Berdan Ozturk têkildarî êrişên li ser Rojava diyar kir ku parastina Rojava parastina jiyaneke azad, wekhev û demokrasiyê ye û wiha bang Ewropa kir û got: “Li Sûriyeyê ev îhtimala jiyana azad, wekhev û demokratîk ji holê rabe, dê pêşeroja Sûriye, herêm û Ewropayê jî ji holê rabe.”
Li dijî êrişên li ser Rojava li her qadê bertek tê nîşan dan. Hevberdevkê Têkiliyên Dervê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berdan Ozturk di Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê de têkildarî êrişên li Rojava axivî.
Berdan Ozturk di axaftina meclisê de got: “Parastina Rojava parastina jiyaneke azad, wekhev û demokrasiyê ye. Li Sûriyeyê ev îhtimala jiyana azad, wekhev û demokratîk holê rabe, dê pêşeroja Sûriye, herêm û Ewropayê jî ji holê rabe.”













