Li herêma Serhedê barîna berfê ku ev 5 roj in bênavber didome, li ser çûnehata mirovan bandoreke neyînî dike. Li Colemêrg, Wan, Bedlîs, Mûş, Qers û Îdirê bi giştî rêyên hezar û 832 gundan hatine girtin.
Li herêma Serhedê barîna berfê ku ev 5 roj in bênavber didome, li ser çûnehata mirovan bandoreke neyînî dike. Li seranserê herêmê rêyên gelek gundan hatine girtin û tevî hişyariya Midûriyeta Hewanasiyê jî şaredarî û Midûriyeta Rêyên Bejayî di paqijkirina berfê de xebatên wan têr nake.
Li Colemêrg, Wan, Bedlîs, Mûş, Qers û Îdirê bi giştî rêyên hezar û 832 gundan ji ber berfê hatine girtin.

Colemêrg
Yek ji bajarê ku herî zêde berf lê dibare Colemêrg e. Li Colemêrgê bilindiya berfê li navenda bajêr gihîştiye metreyekê û li bilindahiyên herêmê jî stûriya berfê gihiştiye 2 metroyan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, rêyên 357 gundên li Colemêrgê ji ber berfê hatine girtin.
Di heman demê de xebatên vekirina rêyên Colemêrg-Wan û Colemêrg-Çelê ji ber aşûtan bi zehmetî berdewam dike. Heta niha di van 5 rojên dawî de 14 aşût li Colemêrgê hatine çêbûne.

Wan
Li Wanê ji ber berfa zêde rêyên 625 gundan hatine girtin û ne tenê rêyên gund, navenda bajêr jî di bin berfê de maye. Her wiha aşûtên li ser rêya Wan-Bedlîsê jî rê li çûnehatê asteng dike.
Li Bedlîsê rêyên 294 gundan, li Mûşê rêyên 368 gundan, li Qersê rêyên 143 gundan û li Îdirê jî rêyên 45 gundan ji ber berfê hatine girtin.
Tîmên paqijkina berfê li herêmê xebatên xwe didomînin.
Her wiha Midûriyeta Hewanasiyê jî ji bo Colemêrg, Wan û Bedlîsê hişyarî da û diyar kir ku dê li van herêman barîna berfê di 5 rojên pêş de jî bidome.













