Şirnex – Îsal ji ber hişkesaliyê genim di zeviyan de hişk bûn. Cotkar Coşkun Onaç ku li navçeya Silopiyayê dijî anî ziman ku ji ber nebarîna baranê çandiniyê wan hişk bûne û zerar dîtine. Endezyarê Çandiniyê Samet Ucaman jî diyar kir ku birîna daristanê bandorê ls avhewayê dike.
Guherîna hewayê û qirîza avhewayê bandor li tevahî dinyayê dike. Qeyrana di avhewayê de pêk tê, bandorê li jiyana mirovan dike. Îsal li Kurdistanê baran û berf pir kêm bariya. Li gorî daneyan sal bi sal barîna berf û baranê kêm dibe. Bi hatina biharê re çavê cotkaran li barîna baranê ye. Lê meha Adarê bê baran derbas bû. Ji ber nebarîna baranê berhemên çandiniyê hişk bûne. Cotkar Coşkun Onaç ê 50 donum erdê wî heye, li gundê Bedrû ya navçeya Silopiyayê ya Şirnexê çandiniyê dike. Coşkun Onaç îsal genim çandiye, lê ji ber hişkesaliyê genimê wî hişk bû.
Coşkûn Onaç anî ziman ku wan îsal zerareke mezin kirine û got: “Me di meha Çileyê de genim çand. Îsal baran nebariya. Hişkesalî hebû. Ji ber hişkesaliyê genim şîn nebû. Em derbasî meha Nîsanê dibin. Lê hîn baran nebariya ye. Diviya bû niha bejna genim bihostek bûya. Lê ji ber hişkesaliyê genim hişk bûye. Îsal li gor salan pir hişk derbas bû. Sal bi sal barîna baranê kêm dibe. Sedema vê yekê jî birîna daran û qîrkirina xwezaye ku li erdnîgariya me diqewime. Darên me hemû birînê. Dema baran nebare genim jî hişîn nabe. Ew yek bandaroke mezin li ser me dike. Me îsal zerareke mezin kir”
‘DEDAŞ li cotkaran zilmê dike’
Di berdewama axaftina xwe de Coşkun Onaç bi lêv kir ku DEDAŞ jî dest datînê ser trafoyên wan ên ceyranê û wiha axivî: “DEDAŞ jî nahelê em ji ava sontajan sûdê bigirin. Dibêjin ‘Deynê wê heye û heta hûn deynê xwe nedin em nahelin hûn sontajên avê bikar bînin’. Dest datînin ser trafoyên me yên avê. Dema baran nebare û em bi sontajê av nedin, genim hişk dibe. Lîtreya mazotê 48 tl û tona gubrê 18 hezar tl ye. Dema me nekarî berhemên çandiyê kom bikin, em zerar dikin, DEDAŞ jî tevî vê yekê zextê li me dike. DEDAŞ li cotkaran zilme dike. Bêyî cotkaran diçin trafoyên wan jê dikin û dibin. Divê em erdê xwe av bidin. Lê ji ber ku trafoyên me girtî ne em nikarinê erdên xwe av bidin. Dibêjin an hûn e cezayê xwe bidin an jî em nahelin. Rewşa cotkaran jî ne baş e nikarin wan pereyan bidin.”
‘Cotkarî miriyê’
Coşkun Onaç destnîşan kir ku her sal hişkesalî zêde dibe û ew bandora neyînî li cotkaran dike. Coşkun Onaç gotina “Cotkarî mirîye” bal kişand ser rewşa cotkaran û wiha axivî: ” Sala par ji îsal baş tir bû. Her sal rewşa me xirab dibe. Sal bi sal baran kêm dibe. Berê baran zêde bû şînahî û bereket zêde bû. Me avdanî jî nedikir. Lê îsal baran qet nebariya. Em di hezîranê de dest bi çinînê dikin. 2 meh ma ku em dest bi çinînê bikin. Lê di nava zeviyê de berhem tune ye. Me îsal zerareke mezin kir. Em ji bilî genim fistiq û pembû diçînin. Lê ji ber bihabûna mazot û gubrê edî em nikarin fistiq û pembû jî biçînin. Tona gubre bû ye 18 hezar tl. Litreya mazotê 48 TL ye. Lê tona fistiqan jî 22 hezar tl ye. Hatin û lêçûna me hev temam nake. Em zerarê dikin. Daxwaza me ew e ku bihabûna lêçûnên cotkaran kêm bibe. Ji ber bihabûnê êdî cotkar nikarin çandiyê bikin. Dîsa zilma DEDAŞê li ser me zêde ye. Cotkarî miriye êdî.”
‘Birîna daristanê bandoreke mezin li baranê dike’
Endezyarê Çandiniyê Samet Ucaman jî bi lêv kir ku birîna daran bandoreke neyînî li ser baranê dike û ev tişt got: “Ji ber guhertina demsal e qrîzeke mezin li ser avhewayê heye. Meh diguherin. Cotkar jî li hêviya baranê ne. Car caran baran nabare bandoreke neyînî li ser çandiniyê dike. Car caran jî baran zêde dibarê ew yek jî bandoreke neyînî li ser cotkaran dike. Îsal hişkesalî zêde bû. Em niha ketine demsala biharê dîsa baran nebare. Ji ber nebarîna baranê berhemên çandiniyê di nava zeviyan de şewitî ne. Ji bo pêşerojê wisa tê payin ku baran bibare lê heke baran nebarê neyîniyeke mezin wê derbikeve û hilberîn çênabe. Dewlet jî ji bo cotkaran tu tedbîran nastînê û polîtikayan nade pêşya xwe. Ji ber wê jî cotkar bi qedera xwe re rû bi rû hatinê hiştin. Li Şirnexê birîna daran pir zêde ye. Birîna daran bandoreke mezin li ser avhewa û baranê dike. Birîna daran bandorê li ser hemû zindiyan dike.”
Tekildarî giliyê cotkar Coşkun Onaç em li Mudiriyeta Şirnexê yê DEDAŞê geriyan. Berpirsên ku em bi wan re axivîn anîn ziman ku haya wan ji tiştek wisa tune ye û ew nikarin li ser telefon berfireh agahiyan bidin.