• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bêrîvanên Elkê berê xwe didin zozanan

Mahmût Altintaş / AW

20 HEZÎRAN 2025 - 10:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Li navçeya Elkê bi germbûna hewayê re bêrîvanan berê xwe da zozanan. Bêrîvan wê heta dawiya meha Îlonê li zozanan bin û behsa zehmetî û kêfxweşiya zozanan kirin. 

Kurdistan bi xweza, çiya, deşt û zozanên xwe dewlemend e. Ji ber dewlemendiya axa Kurdistanê welatiyên lê dijîn piranî bi sewalkarî û cotkarî debara xwe dikin. Welatiyên li Kurdistanê ku sewalkarî dikin piraniya wan di demsala havînê de berê xwe didin çiya û zozanan. Li Kurdistanê çanda zozantiyê xwedî dîrokeke kevnar e. Ji ber ku hewa zozanan hînîk e û av lê heye û hişinayî pirr e welatiyên sewalkariyê dikin jî di demsala havînê de berê xwe didin zozanan. Welatî demsala havînê li zozanan derbas dikin û piştî hewa dicemide vêdigerin deştan.

Yek jî cihê ku bi çiya û zozanên xwe dewlemend e jî navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Navçeya Elkê ku di nav çiyayên Kato Marînos û Kato Jîrka de vêşartî ye xwedî gelek zozanan e. Bi hatina demsala havînê re koçer û berîvanên Elkê berê xwe didin zozanên, Feraşîn, Kato Marînos, Kato Jîrka, Warkên Gelejêr, Mêrgên Sotî, Merga Pîniya, Warê Sirê, Gova Reşo, Kaniya Mesîha û Kaniya Siwarê. Berivan û koçer mehên havînê li zozanan derbas dikin û piştî hewa dicemide berê xwe didin deştê.

Berîvan derketin zozanan

Navçeya Elkê ku navçeyeke biçûk e û welatiyên wê debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin dema hewa germ dibe welatî bi pirranî berê xwe didin zozanan. Yek ji van zozanan jî zozanên Warke Gelejêr a li rêx Çiyayê Kato Marînos e. Çiyayê Kato Marînos hê berf lê neheliyayê û li ser çiya berfa belekiyên berfê hene. Berîvanan berê pezê xwe dan zozanên Warkên Gelejêr û heta hefteyekî wê malên xwe jî bibin wir û konan vegirin. Berîvanên bi pîqaban pezê xwe dibin zozanan ji ber rê nexweş e bi gelek zahmetiyan re rû bi rû dimînin. Berîvan ji ji ajansa me re axivîn û behsa zehmetî û zoriyên ku pê re rû bi rû dimînin kirin.

‘Zozan pirr xweş in’

Ji welatiyan Yusuf Ataman ku temenê wî mezin e û nîvê temenê wî li zozanan derbas bûye anî ziman ku kêfa wan pirr ji zozanan re tê û ew dixwazin aramî li zozanên wan hebe. Yusuf Ataman anî ziman ku gelek caran zozanên wan jî ji aliyê dewletê ve bi hinceta “Ewlehiyê” hatinê qedexekirin û qedexeya zozanan bandoreke mezin li wan kiriye. Yusuf Ataman wiha qala berîvanî û zozanan kir: “Demekê zozanên me hatin qedexekirin me pirr zahmetî kişandin. Pezê me di malê de nexweş ketin. Lê dema em tên zozanan xweş e. Debara me jî li ser pez e. Heke pez nebe jiyana me jî li vir zahmet e. Em li vir şivanan digrin û şivan diçin ber pez. Heke pez nebe li vir gur pir in. Karê me li vir xwedî kirina pez û giya diçinin ji bo zivistanê. Niha me pez aniyê piştî heftekî em ê malê jî bînin û li vir konan vegrin. Zozan pir xweş in. Kêfa me li zozanan pirr tê.”

Rêya xerabûyî ya zozanan wan bêzar kiriye

Rahmî Ataman jî diyar kir ku binemala wan jî karê sewalkarî û berîvaniyê kiriye. Rahmî Ataman ji ber rêya xerabe gilî û gazinên xwe anî ziman û got ku ji ber rêya wan nayê çêkirin ew di rê de pirr zahmetiyan dikişînin û wiha axivî: “Rêyên me pirr nexweş in. Ji ber nexweşbûna rê em pirr zahmetiyan dikişînin. Her wiha ji ber ku rê nebaş in erebeyên ku me tînin zozanan jî pereyekî zêde ji me distînin. Li zozan jiyaneke komînal heye. Em bi hev re xwarina xwe dixwin û karên xwe dikin. Roja me bi xwedîkirina pez û çinîna giya diqede. Heta meha îlonê em li vir dimînin û piştre em vedigerin navçeyê.”

Mesrefa wan pirr zêde ye

Di berdewama axaftina xwe de Rahmî Ataman bal kişand ser bandora bihabûnê ya li ser berîvanan û got ku êdî kes karê sewalkarî nake. Rahmî Ataman destnîşan kir ku kar û zerara wan hev dernaxe û mesrefên xwedîkirina pez zêde ye û got: “Bihabûna heyî bandoreke mezin li ser me jî dike. Êdî bi xwedîkirina pez jî debar nabe. Ez jî di van şertan de nikarim vî karî bikim. Wisa difikirim ku piştî em vegeriyan malê ez ê pez bifiroşim û dev jî vî karî berdim. Fiyeta pez jî îsal ketiye. Berê baş bû lê niha kêm bûye. Em zerarê dikin. Yanî lêçûna me pirr zêde ye. Ji ber vê yekê heqê xwe dernaxîne. Edî weke berê pirr kes jî vî karî nake. Yên ku vî karî dikin pirr kêm mane. Bi taybetî êdî ciwan li vir nasekinin û berê xwe didin metropolan.”

Etîket: BêrîvanElkêZozan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Newroza Elkê: Ev agir dê heta serketinê geş be

Newroza Elkê: Ev agir dê heta serketinê geş be

26 ADAR 2026
Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

Li Elkê bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin

25 ADAR 2026
Li Elkê wesayîtek firiya çem: 3 kes birîndar bûn

Li Elkê wesayîtek firiya çem: 3 kes birîndar bûn

28 KANÛN 2025
Li Elkê hezaz çêbû rê piştî çar saetan hate vekirin

Li Elkê hezaz çêbû rê piştî çar saetan hate vekirin

8 KANÛN 2025
Cerdevan daristanên Elkê difroşin hev û talan dikin!

Cerdevan daristanên Elkê difroşin hev û talan dikin!

7 TEBAX 2025
Li Elkê civînên gel hatin lidarxistin 

Li Elkê civînên gel hatin lidarxistin 

30 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (14)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne