Bernameya DEM Partiyê ya Cejna Remazanê diyar bû. Heyetek ji DEM Partiyê dê serdana partiyên siyasî bike û heyetek jî dê li navenda giştî ya partiyê pêşwaziyê li serdanan bike.
Bernamaeya Cejna Remazanê ya DEM Partiyê diyar bû. 21ê Adarê Roja Şemiyê heyetek ji DEM Partiyê ku ji Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Yuksel Mutlu, parlamenter Mehmet Zekî Îrmez û Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Gulbuhar Gurbuz pêk tê, dê serdana partiyên siyasî bikin. Heyeta ji Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, parlamenter Alî Bozan, Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Zeyno Bayramoglu pêk tê jî dê pêşwaziyê li serdanan bike.
Bernameya serdanên ku DEM Partiyê li partiyên siyasî yên din bike bi vî rengî ye:
MHP: Saet 09:25
Partiya Gelecekê: Saet 10:15
CHP: Saet 10:40
DYP: Saet 11:00
Yenîden Refah: Saet 12:05
AKP: Saet 12:30
Partiya Saadetê: Saet 13:30
Partiya Anavatanê: Saet 14:00
Partiya DEVA: Saet 15:30













