Bernameya kon vedanê ya KURDÎGEHê ji bo têkildarî zimanê kurdî hişmendiyekê ava bike hat lidarxistin, bi sirûda neteweyî ya gelê kurd Ey Reqîp bi dawî bû.
Bernameya Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Hunerê ya Wanê kon vedabûn, bi sirûda neteweyî Ey Reqîp bi dawî bû. Her du rojên bernameyê rastî eleqeyeke gelek zêde hat û gelek kes beşdarî çalakiyên li kon bûn. Di bernameya du rojan de zimanhez û siyasetmedaran axaftin kirin, dengbêjî û stran hatin gotin û helbest hatin xwendin. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî her du rojan jî konê zimanê kurdî vala nehiştin û di serdanên xwe de girîngiya Kurdî vegotin.
Bername, bi gerandina govend û xwendina sirûda neteweyî ya gelê kurd Ey Reqîp bi dawî bû.