Dêrsim – Bernameya 23yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku li Dêrsimê pêk tê aşkera bû.
23yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê dê bi dirûşmeya “Dêrsîm Jiyan e; Dest nede Xwezaya Min, Vîna Min, Zimanê Min, Baweriya Min” ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ve bê lidarxistin. Bernameya îsal a mîhrîcanê bi civîneke çapemeniyê ya li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê hat lidarxistin, hat aşkerakirin. Mîhrîcana ku dê di 24ê Tîrmehê de dest pê bike dê di 27ê Tîrmehê de biqede. Di çarçoveya mîhrîcanê de wê di nava sê rojan de çalakiyên cûr bi cûr ên çand û hunerê bên lidarxistin.
Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Alî Riza Bîlîr bal kişand ser girîngiya mîhrîcanê ji bo dîrok, bawerî û zimanê bajêr û ji her kesên beşdar bûne û tevkarî kirine re spas kir.
Bernameya mîhrîcanê ji aliyê Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku weke qeyûm hat tayînkirin ve hat aşkerakirin. Orhan diyar kir ku festîval ji ber tayînkirina qeyûm ji bo şaredariyê xwedî wateyeke taybet e û ji hunermendên ku wê bi dilxwazî derkevin ser dikê spasiyên xwe pêşkêş kir.
Bernameya ji bo 23’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê wiha ye:
24ê Tîrmehê
* Axaftina vekirinê ya li Qada Seyît Riza, Varvara Sîlmanû, performansa dahol û zurneyê, Saet: 11:00
* Li Qislê serdana Duzgun Baba, Saet: 12:30
* Panela ciwanan – li Kolana Hunerê kursiya serbest, Saet: 15:00
* Li Gundê Hacili ya Pîlemûriye bernameya bîranînê, Saet: 16:00
* Koma folklorê ya Veradardz wê li Kolana Hunerê konserê bide, Saet: 18:00 *
Li Kolana Hunerê li dijî rakirina îradeyê meş, Saet: 18:30
* Li Parka Mamekî konsera hunermend Dîlan Top – Erkan Top, Erdogan Emîr, Kadîr Çat, KASED Jin û Zelemele, Saet: 19:00
25 TÎRMEH
* Li navçeyan li dijî talankirina xwezayê wê çalakî pêk û bên ziyaret bikin
* Li Kolana Hunerê çîrok bi zimanê dayikê, Saet: 19:00
Pulur
* Serdana Mûnzûr Baba, Saet: 11:00
* Serdana Cevîzlîdere û daxuyaniya çapemeniyê, Saet: 12:30
* Li navenda bajarok panela bi mijara “Maden, Hilweşandina Ekolojîk û Talankirina Xwezayê” Saet: 16:00
* Koroya zarokan a bi pêşengiya Behzat Fîrîk a li ber şaredariyê, Saet: 18:30
* Li pêşiya avahiya şaredariyê konsera bi hunermend Cihan Pîr, Erdogan Emîr, Grup Ahudem, Grup Avesta, Nûrettîn Guleç, Ûfûk Coşkûn, Bulent Renklî, Saet: 19:00
Xozat
* Li Parka Cem Emîr, atolyeya lîstikên zarokan û muzîk Saet: 10:00
* Li Qada Cumhuriyetê pêşandana folklorê, dahol û zirne, Saet: 12:00
* Şanoya Zarokan – Şanoya Dof a li Navenda Çandê ya Hasan Saltik, Saet: 13:00
* Li Navanda Çandê ya Hasan Saltik panela bi mijara “Ji Çiyayê Kazê heta Derya Reş, ji Derya Reş heta Dêrsimê wêrankirina ekolojîk” Saet: 16:00
* Li Kolana Cumhuriyetê bi mijara “Dest nede xwezaya min, ava min, axa min” meş bê lidarxistin Saet: 18:00
* li Qada Cûmhûriyetê konsera bi hunermend Zeynep Bakşî Karatag, Yilmaz Çelîk, Ozan Serdar, Delîl Hûsî-Huseyîn Guneş, Mehtap Dûrna û Şenol Akdag, saet: 19:00
26ê Tîrmehê
* Li Kolana Hunerê panela bi mijara ‘Îslama Elewî, asîmîlasyon û rêbazên têkoşînê’ Saet: 11:00
* Li Kolana Hunerê panela bi mijara ‘KHK, Sirgûn û Geşedanên Siyasî’ Saet: 13:30
* Li Kolana Hunerê panelên li ser pirsgirêkên jinan, Saet: 15:30
* Performansa şanoyê li Kolana Hunerê, Saet: 17:00
27ê Tîrmehê
* Li Kolana Hunerê panelên li ser mijarên “Madenkarî, Kedxwariya Hawirdorê” û “Hilweşandina Ekolojîk”, Saet: 12:00 *
Li Kolana Hunerê panela bi navê “Pêşketinên li Rojhilata Navîn, Pirsgirêka Kurd, Aştî û Çareseriya Demokratîk”, Saet: 15:00
* Li Parka DSÎ çalakiya zarokan a bi pêşengiya Gerok MA, Saet: 16:00
* Li Kolana Hunerê wê meşeke hawirdorê destpê bike. 18:00
* Konsera bi beşdariya hunermend Pinar Aydinlar, Semîh Kavramak, Golge, Kadîr Demîr, Berfîn Işik û Civan Adar, Saet: 19:00
Pêrtag
* Li Sekasûrê foruma bi mijara ‘Em ê Destûrê Nedin Madenan’ Saet: 14:00
* Konsera bi beşdariya hunermend Yilmaz Çelîk, Enver Çelîk, Baran Goç, Dîlan Top-Erkan Top, Hêlîn, Gursel Ekîcî, Saet: 19:00