Bernameya Newroza Amedê ku sibê tê pîroz kirin, diyar bû. Di bernameyê de ligel xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, siyasetmedarên dê biaxivin û hunermendên dê derkevin ser dikê hatin aşkerakirin.
Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ku dê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” were lidarxistin, diyar bû. Newroz dê di 21’ê Adarê de li Parka Newrozê bê lidarxistin. Saet di 10.00’ê de dê koma kemençeyê derkeve ser dikê û pîrozbahî dê dest pê bike.
Bernameya Newroza Amedê wiha ye:
*Saet di 10.00’ê de dê koma Kemençeyê derkeve ser dikê.
*Komîteya Amadekar a Newrozê dê derkeve ser dikê û girseyê silav bike. Piştî rêzgirtinê, dê komîteya amadekar û hevserok bi axaftinên kurt cejnê pîroz bikin û gel silav bikin.
*Piştre dê konsera Dîlan & Erkan Top dest pê bike. Piştre jî ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aştî dê li ser navê Tifaqa Partiyên Kurd biaxivin.
*Piştre dê hunermend Alend Hazim derkeve ser dikê.
*Dê vîdeo-sînevîzyon bê pêşandan.
*Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bi Kurdî û Tirkî ji hêla siyasetmedarê Kurd Veysî Aktaş û Medya Aslan ve bê xwendin.
*Çetîn Arkaş û Tuncer Bakirhan dê biaxivin.
*Agirê Jiyan dê derkeve ser dikê.
*Leyla Zana dê biaxive.
*Zinar Sozdar dê derkeve ser dikê.
*Herî dawî jî dê peyamên siyasetmedaran bên xwendin.












