Berxwedana li Bendava Tişrînê ku li dijî erîşên Tirkiyeyê yên li ser bendavê di 8ê çile de hatiye destpêkirin, di roja 26an de didome
Berxwedana nobetê ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bendava Tişrînê li dijî êrişên dewleta Tirk û komên paramîlîter ku di 8ê çile de dest pê kiribû, di 26an de berdewam dike. Ji 8ê çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê çalakiyên xwe yên li ser bendava Tişrînê didomînin. Berxwedana nobedariyê îro bi beşdarbûna bi sedan şêniyên kantona Cezîrê, bi biryardariyêkî xurt didome.
Li ser bendavê şênî çalakiyên cur bi cur lidar dixin, carna li hev kom dibin û guftogoyan dikin, carna jî durişman berz dikin û bendavê paqij dikin.