Berxwedan û nerazîbûna gel a li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya li dijî desteserkirina hevşaredaran û hewldana danîna qeyûm di roja duyemîn de didome.
Hevşaredarên Navçeya Akdenîza Mêrsînê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan, Yakûp Daniş û Neslîhan Orûç di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê daye destpêkirin de duh di serdegirtinên malan de hatibûn desteserkirin. Karûbarên desteserkirina hevşaredaran û encumenan li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê berdewam dike.
Welatiyên ku bertek nîşanî desteserkirina hevşaredaran û hewldana danîna qeyûm dan, di roja duyemîn de li ber avahiya şaredariyê kom bûn. Girseya ku parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes di nav de di saetên serê sibê de li ber avahiya şaredariyê ya hatiye dorpêçkirin kom bûn. Polîsan bi gelek wesayîtan û barîkatan avahiya şaredariyê dorpêçkirin e û nahêlin kes bikeve hundirê şaredariyê.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li berxwedana gel a li ber avahiya şaredariyê bibe û tê payîn daxuyaniyê bide.
Gel bi stran û berzkirina dirûşman hêrsa xwe tîne ziman.