• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 12ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 21ê ADARA 2026an

    Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

    Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

    Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

    Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

    Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 12ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 21ê ADARA 2026an

    Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

    Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

    Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

    Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

    Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Beştaş: Divê di meha Çile de qanûnên aştî û azadiyê bên çêkirin

Esra Polat - Omer Demîr / AW

18 KANÛN 2025 - 08:15
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Pêvajo hatiye asta qanûnî, divê bingeha hiqûqî were avakirin û di meha Çile de qanûnên aştiyê û azadiyê werin çêkirin.”

Platforma Saziyên Demokratîk bi deklarasyonekê ragihand ku dê di 4ê Çileya 2026an de mitînga bi dirûşma “Hêvî û Azadiyê” li Amedê li dar bixe. Platformê dest bi amadekariyên mitîngê kir. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endama Komîsyonê Meral Daniş Beştaş ku beşdarî daxuyaniya deklarasyona mitîngê bû, ji Ajansa Welat re axivî û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Meral Daniş Beştaş ji bo pêşî li çêkirina qanûnan û bicihanîna “mafê hêviyê” gel vexwend mitîngê.

‘Em dibêjin bila di meha Çile de qanûnên aştiyê bên çêkirin’

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku partiyên siyasî rapora dinivîsin û niha rapora AKPê û CHPê maye ku pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bikin. Meral Danîş Beştaş anî ziman ku partiyên siyasî nêrîn û pêşniyarên xwe di wan raporan de dinivîsin û got: “Pêvajo hatiye asta qanûnî. Divê bingeha vê bi hiqûqî ava bibe. Dema amadekirina raporan e divê pêşniyar bên bikin. Ez bawerim dê heta du sê rojan AKP, CHP jî raporên xwe bidin. Piştre jî dê li ser van raporan biryar bê dayîn. Em dixwazin ku nêrînek hevpar ji raporan bê derxistin. Piştre wê xebatek li ser vê berdewam bike. Ez bawerim dê hefteyek du hefte li ser vê nîqaş bên kirin. Em dixwazin ku komîsyon bi tevahî li ser vê mijarê nêrînê xwe bîne ziman. Em dibêjin bila di meha meha Çile de bêyî ku dem were dirêjkirin, ev qanûn bila bên çêkirin. Pêvajo, ketiye qonaxa qanûnî.”

‘Mijara me ya sereke Mafê Hêviyê ye’

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku partiya wan di rapora xwe de pêşniyarên xwe bi berfirehî anîne ziman. Meral Daniş Beştaş bal kişand ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Qanûna azadiyê, qanûna aştiyê, em bi entegrasyona demokratîk bi nav dikin. Birêz Ocalan jî di hevdîtina dawî de ev tişt anîbû ziman. Rojev û mijara me ya sereke Mafê Hêviyê ye, qanûnên aştiyê ye, divê em van mijarên girîng bigirin dest. Ji xwe pêşniyarên me ji di rapora me de berfireh me anî ziman, ji ber ku divê birêz Ocalan azad dikaribe tevbigere, bixebite û nêrînên xwe bîne ziman. Ew dibêjin qanûna taybet, em jî dibêjin qanûnên aştiyê werin çêkirin. Divê qanûna ‘terorê’ were guhertin. Divê qeyûm ji ser şaredariyan werin rakirin. Divê zimanê Kurdî bi awayekî yasayî, fermî were qebûlkirin. Gelek xalên ku de rapora xwe de anîne ziman hene.”

‘Divê gel bi seferberî xwedî li pêvajoyê derkeve’

Meral Daniş Beştaş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xwedîderketina li pêvajoyê û got: “Divê civak berpirsyariya xwe bîne cih, divê civak xwedî li pêvajoyê derkeve. Em ê aştiyê bi tekoşînê bi dest bixin. Tu kes bi destê xwe aştiyê, civaka demokratîk nade me. Divê em xebatên xwe bikin, bi berpirsyariya xwe rabin, meşa xwe ya azadiyê bidomînin. Heya ku civak seferber nebe û xwedî dernekeve ev naçe serî. Gelê Kurd jî, gelê Tirk jî, gelê Ereb jî, hemû civak divê xwedî li pêvajoyê derkeve. Em xebatê xwe li aliyê Tirkiyeyê jî berdewam dikin. Berpirsyariya gel gelekî girîng e. Di 4ê Çilêyê em hemû gelê xwe vedixîvînin mitînga Amedê, bila werin tev li mitînga Hêvî û Azadiyê bibin.”

Etîket: Abdullah OcalanHDK.Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratiyê û Hevgirtina MilîMeral Daniş BeştaşMîtînga Hêvî û AzadiyêPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkqanûnên aştiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di Newroza Sêweregê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

Di Newroza Sêweregê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

20 ADAR 2026
Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

Bernameya Newrozên Amed û Stenbolê diyar bûn HATE NÛKIRIN

20 ADAR 2026
Koordînasyona PAJKê: Dê hêzên komploger têk biçin

Ji PAJKê peyama Newrozê: Divê rê li ber azadiya fizîkî ya Rêber Apo vebe

20 ADAR 2026
Ji bo ‘mafê hêviyê’ kampanyaya navneteweyî

Ji bo ‘mafê hêviyê’ kampanyaya navneteweyî

20 ADAR 2026
Li Dutaxê Newroz bi coş hate pîrozkirin

Li Dutaxê Newroz bi coş hate pîrozkirin

19 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

Peyama Abdullah Ocalan dê li Newroza Amedê bê xwendin

18 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    Bernameya Newrozên Amed û Stenbolê diyar bûn HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gorên Kaytan, Altun û Engîn hatin ziyaretkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Qada Newroza Dîrokî li benda gelê Kurd e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo ‘mafê hêviyê’ kampanyaya navneteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mustafa Avci: Divê astengiyên li pêşiya rêveberiyên herêmî bên rakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newrozên salên 90î: Ji qedexeyan ber bi coşa îro

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê rûhê Newrozê yê ji bona wê bedelên giran hatine dayîn were parastin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (786)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne