• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Remzî Çakmak bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Remzî Çakmak bi girseyî hat pêşwazîkirin

    269 saziyan piştgirî da aştiyê

    269 saziyan piştgirî da aştiyê

    Sidik Guler ê 85 salî piştî 31 salan hat berdan

    Sidik Guler ê 85 salî piştî 31 salan hat berdan

    ‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

    ‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

    Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

    Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

    MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

    MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Remzî Çakmak bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Remzî Çakmak bi girseyî hat pêşwazîkirin

    269 saziyan piştgirî da aştiyê

    269 saziyan piştgirî da aştiyê

    Sidik Guler ê 85 salî piştî 31 salan hat berdan

    Sidik Guler ê 85 salî piştî 31 salan hat berdan

    ‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

    ‘Recep Îkîncîsoy li ku ye?

    Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

    Cemîl Bayik: Tu kes nikare Rêber Apo û tevgera wî bixapîne

    MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

    MKG: Pênûsa Ayfer Serçe hê jî dinivîsîne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Beştaş: Divê ‘Mafê Hêviyê’ demildest bê pêkanîn

Fexredîn Kiliç / AW

2 HEZÎRAN 2025 - 08:15
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş ku tev li Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd a li Amedê hate lidarxistin bû destnîşan kir ku divê “Mafê Hêviyê” demildest bê pêkanîn û diyar kir ku ji bo aştî pêk were divê li Meclisê demildest komîsyonek were avakirin.

Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) û parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş ku tev li Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd a li Amedê hate lidarxistin bû li ser mafê hêviyê û pêvajoya heyî ji ajansa me re axivî.

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di pêvajoya heyî de divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd were rakirin û wiha got: “Ev pêvajo hêdî hêjî jî be dimeşe. Hevdîtin berdewam dikin. Şandeya me diçe Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê dikin lê belê hêj jî daxwaza me nehatine bi cih. Ji ber ku wexta muxatabê sereke di zindanê de be û neazad be têkiliyên wî xurttir nebe, kî bixwaze divê pê re hevdîtinê bike. Siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger nikarin biçin ev yek hêj girêdayî Wezareta Dadê ye. Em vê daxwazê her tim tînin ziman. DMMEyê jî derbarê mafê hêviyê de biryarek dabû. Divê mafê hêviyê pêk were û qanûn bên guhertin. Dewlet Bahçelî jî ev bang kiribû û gotibû divê mafê hêviyê were bikaranîn. Hîn hevdîtinin berdewam dikin lê gavên zelal hêj nehatine avêtin. Lê ji bo ku ev pêvajo baş biçe, hevdîtinan bi awayekî wekhev pêk bên, bingeha wê zêdetir xurt bibe divê ev yek pêk were.

‘Mafê hêviyê dê azadkirina birêz Ocalan siviktir bike’

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî ne girêdayî guhertina destûra bingehîn e û wiha domand: “Dikarin ji Meclisê qanûnekê derxin. Rêya guhertina destûra bingehîn dirêjtir e. Divê hevdîtin çêbibin, xalên wê bên aşkerekirin. Ji ber vê yeke em wê cuda difikirin. Lê ji aliyê mafê hêviyê ve azadkirina birêz Ocalan siviktir e. Ev yek dikare zû jî pêk were.”

Xebat û têkoşîna HDKê

Meral Daniş Beştaş, da zanîn ku weke HDK bênavber xebatên aştî û civaka demokratîk dimeşînin û ev tişt gotin: “Em ne bi tenê gelê Kurd re, bi gelên Tirk, Ereb re, bi civaka Elewiyan, jinan, ciwanan û herkesê re em vê pêvajoyê dinirxînin. Em civînan pêk tînin nêrînên wan digirin. Heta ku em bikaribin em vê xebatê bi awayekî berfireh didomînin. Me di meha Sibatê de konferanseke navnetewî jî pêk anî bû. Me gotibû çareserî di aştiyê de ye. Ji bilî wê li Behrareş, Behraspî, Çûkûrovayê, Egeyê, Anatoliya Navîn me gelek civîn pêk anîn. Ji Konyayê heta Ordû û Gîresûnê em diçin gelek deran û weke HDK xebatên xurt dimeşînin.”

‘Divê demildest li Meclisê komîsyon bê avakirin’

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku divê komîsyona ku di Meclisê de were avakirin zû were ava bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serokê Parlamentoyê daxuyaniyek da got ji bo gavavêtinê êdî dor dora Meclisê ye. Qanûnên ji bo çareseriyê dê li Meclisê derkevin. Destûra Bingehîn dê li wir derkeve. Divê gazî hemû partiyan were kirin, civîn pêk bên û ji niha pê ve divê ew komîsyon ava bibe û xebat bên destpêkirin. Wê kîjan qanûn derkevin, ji kîjan alî ve guhertin çêbibin? Mînak divê em ji aliyê qeyûman ve di demekî nêz de guhertinan çêbikin. Bi hezaran hevalên me yên girtî hene. Berdana wan û girtiyên nexweş di rojevê de ne. Bila rojek beriya rojekê ev komîsyon ava bibe.”

‘Ji bo xweşiya jiyanê divê em aştiyê pêk bînin’

Meral Daniş Beştaş axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ev pêvajo ji bona me hemûyan e. Ne tenê ji bona gelekê ye, ne tene ji bona gelê Kurd e, gelê Tirk e. Ji bona hemû gelên Tirkiyeyê dijîn e. Ji bo hemû bawerî, çand, nasnameyan e. Divê di vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de wekheviyê gelên Kurd û Tirk û gelên din pêk were. Bila herkes alîkariyê bide vê pêvajoyê, ji ber ku jiyana me ya di pêşerojê de xweştir û baştir bibe divê em aştiya xwe pêk bînin.”

Etîket: HDK.Konferansa Parlamenterên Jin ên KurdMeral Daniş Beştaş
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ciwanên HDKê: Hêza rêxistinkirî ya ciwanan dikare aştiyê pêk bîne

Ciwanên HDKê: Hêza rêxistinkirî ya ciwanan dikare aştiyê pêk bîne

15 HEZÎRAN 2025
‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

4 HEZÎRAN 2025
Siyasetmedar Semîre Goran: Em bi birêz Abdullah Ocalan re ne

Siyasetmedar Semîre Goran: Em bi birêz Abdullah Ocalan re ne

30 GULAN 2025
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê jin pêşengtiya yekitiya gelê Kurd bikin

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê jin pêşengtiya yekitiya gelê Kurd bikin

30 GULAN 2025
Ayla Akat Ata: Tirkiyeyê ji sala 2013an ve gelek tişt winda kirin

Ayla Akat Ata: Tirkiyeyê ji sala 2013an ve gelek tişt winda kirin

29 GULAN 2025
30 siyasetmedar, rojnamevan û stranbêj hatin girtin

Di doza HDKê de 3 kes hatin berdan

14 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (373)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne