Bexda û Hewlêrê daxuyandin ku divê axa Iraqê ji bo êrîşên li dijî welatên cîran neyê bikaranîn.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanê û serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefonê de got: “Êrişên li dijî hejmarek bajarên Iraqê di nav de jî Herêma Kurdistanê red dikin û rê nadin ku xaka Iraqê bibe qada êrişên li dijî dewletên cîran.”













