Li navçeya Artemêtan di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de meşeke meşaleyî ku ji 77 meşaleyan pêk dihat, hat lidarxitin.
Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û DEM Parti, li navçeya Artemêtan di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de ku bi şiara “Azadî û Yekitiya Demokratîk” , bi cil û bergên neteweyî meşeke bi 77 meşaleyan hate li dar xistin. Meş ji Kiz Kalesiyê ya dîrokî dest pê kir û heta Meydana Artemêtan dewam kir. Di dema meşê de dirûşmên wekî “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Newroz a te pîroz be ey Serok Apo” hatin berzkirin.
Girseya ku gihişt Meydana Artemêtan, li dora agirê Newrozê xelekên govendê gerandin. Piştî pîrozbahiyeke bi coş û gerandina govendan, çalakî bi dawî bû.














