Wan – Endama Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Ayşe Ergun ku têkildarî Projeya HESê ya li navçeya Erdîş a Wanê hatiye çêkirin got ku dîroka vê projeyê digîhije 1978an û diyar kir ku dixwazin bi vê projeyê Komkujiya Geliyê Zîlan bidin jibîrkirin.
Regulatora Zîlanê û projeya Santrala Hîdroelektirîkê (HES) a ku dihat xwestin li gundê Hara yê bi ser Geliyê Zîlan a navçeya Erdîşa Wanê were çêkirin, bi biryara dadgehê di kanûna 2023yan de hate sekinandin. Têkildarî projeya ku Şîrketa Anonîm a Hilberandina Ceyranê hewl dida ava bike, Komeleya Parastin, Lêkolîn û Pêşxistina Berhemên Dîrokî (ÇEV-DER) û Platforma Ekolojiyê ya Zîlanê li 1emîn Dadgeha Îdareyê ya Wanê doz vekiribû.
Careke din biryara ‘ÇED hewce nîne’ hatiye dayîn
Me xwe bi rêya telefonê gihand parêzer Hulya Yildirim ku behsa pêvajoya dozê kir. Yildirim da zanîn ku Dadgehê di 16 Mijdara 2023yan de biryara Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ku ji bo projeyê digot “Hewcehî bi Nirxandina Bandorên Hawirdorî nîne (ÇED)” betal kir. Yildirim da zanîn ku vê carê jî şîrket û wezaretê pêşiya vê biryarê di 12ê Gulana 2023yan de careke din biryara “Hewcehî bi Nirxandina Bandorên Hawirdorî nîne” hilgirtiye û wiha got: “Me di biryara pêşiya vê de doz qezenç kir, lê wan bi rewşa (îstîsna) careke din heman biryar dan û niha em jî ji bo vê biryarê jî bidin sekinandin dixebitin. Lewma niha tesîsa ku ji bo HESê hatiye avakirin li cihê xwe ye, nehatiye xerabkirin.”
Dîroka HESê digîhije 1978an
Endama Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Ayşe Ergun têkildarî projeya li Geliyê Zîlan got ku jêgirtina vir tiştekî ne tesadufî ye. Ergun destnîşan kir ku ev jêgirtina vir polîtîk e û wiha got: “Dîroka avakirina Projeya HESê digîhije 1978an. Lê komeleyên ekolojiyê û çend xwezaparêz nehiştin ev proje pêk bê. Di sala 2008an de Şûreya Dewletê biryara sekinandina projeyê da. Herî dawî bi destpêkirina pandemiyê şîrketê jî dest bi çêkirina vê projeyê kirin û xelas kirin.”
‘Projeya HESê dê bibe sedema koçê’
Ayşe Ergun anî ziman ku Projeya HESê zirareke mezin dide ekosîstemê û taybetî jî ajalên avî yên Gola Wanê dê bandoreke mezin jê bibînin. Ergun diyar kir ku Çemê Geliyê Zîlan diherike Gola Wanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qirêjiya li vir çêdibe, dê bigihije Gola Wanê û dê ekosîstema wir jî bandorê bike. Her wiha li vir jî gundî karê çandiniyê dikin. Ev proje dê zirarê bide çandînî û sewalkariyê jî. Wê av qût bibe, dê zeviyên cotkariyê xwêyî (tuzlu) bibin. Ji ber vê sedemê mirov êdî nikare li wir çandiniyê bike. Ev yek jî dibe sedema koçberiyê ku gundiyên ku nikarin li vir debara xwe bikin, dê dest bi koçê bikin.”
‘Zirarê dide ava vexwarinê jî’
Ayşe Ergun bal kişand ser qirêjbûyîna Çemê Zîlan û da zanîn ku pêşiya projeyê ev çem qirêj nedibû. Ergun anî ziman ku êdî hemû çop û gilêşê gundan tê li ser bendava HESê disekine û da zanîn ku ev yek jî dibe sedema qirêjiyê. Ergun axaftina xwe wiha domand: “Ava ku qirêj e û li bendava HESê kom dibe, zirarê dide ava vexwarinê jî. Ev kîmyasalên ji ber vê qirêjiyê derdikevin bandoreke mezin dê bikin. Qaşo vê projeyê ji bo avê û ceyranê çêdikin. Lê em dinêrin ku ne ava vir heye ne jî ceyrana vir.”
‘Dixwazin komkujiyê bidin jibîrkirin’
Ayşe Ergun destnîşan kir ku Plana Şark Islahatê li Geliyê Zîlan bi vê projeyê didome. Ergun anî ziman ku li Geliyê Zîlan çavkaniyên avên mezin hene, lê ji ber HESê hemû dê bimirçiqin û dê heta 50 salên din hemû çavkanî biçikin. Ergun destnîşan kir ku bi vê projeyê dixwazin vir bê mirov bihêlin û got: “Dixwazin Geliyê Zîlan vala bikin û komkujiyê bidin jibîrkirin. Weke mînak, gelên Kirgizîstanê anîne gundê Harayê ku niha kirine Ûlûpamîr û demografiya vir xerab dikin. Ev der ya me ye û em Geliyê Zîlan nadin jibîrkirin.”