• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Êlihê li dijî êrişên ser dibistanan daxuyanî hat dayîn

    Li Êlihê li dijî êrişên ser dibistanan daxuyanî hat dayîn

    Di doza Gulistan Doku de walî û serbijîşk hatin binçavkirin

    Di doza Gulistan Doku de walî û serbijîşk hatin binçavkirin

    Li Hewlêrê 3 kes di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dan

    Li Hewlêrê 3 kes di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dan

    Refîk Sunkur 31 sal şûnde hat berdan

    Refîk Sunkur 31 sal şûnde hat berdan

    Qurbaniyên êrîşên dibistanan hatin bibîranîn

    Qurbaniyên êrîşên dibistanan hatin bibîranîn

    ‘Êrişên li ser dibistanan ne êrişên ji rêzê ne’

    ‘Êrişên li ser dibistanan ne êrişên ji rêzê ne’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Êlihê li dijî êrişên ser dibistanan daxuyanî hat dayîn

    Li Êlihê li dijî êrişên ser dibistanan daxuyanî hat dayîn

    Di doza Gulistan Doku de walî û serbijîşk hatin binçavkirin

    Di doza Gulistan Doku de walî û serbijîşk hatin binçavkirin

    Li Hewlêrê 3 kes di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dan

    Li Hewlêrê 3 kes di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dan

    Refîk Sunkur 31 sal şûnde hat berdan

    Refîk Sunkur 31 sal şûnde hat berdan

    Qurbaniyên êrîşên dibistanan hatin bibîranîn

    Qurbaniyên êrîşên dibistanan hatin bibîranîn

    ‘Êrişên li ser dibistanan ne êrişên ji rêzê ne’

    ‘Êrişên li ser dibistanan ne êrişên ji rêzê ne’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komxebata ziman didome: Çapemeniya Azad û weşangeran mijarên xwe vegotin

Wan /AW

16 COTMEH 2025 - 16:51
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Wan – Di rûniştina heftemîn ya komxebata Kurdî de kedkarên Çapemeniya Azad û weşangerên Kurd mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Çapemenî û Weşangeriyê” nîqaş kirin. Kedkarên Çapemeniya Azad diyar kirin ku bi Tv, rojname, ajans, produksiyon û platformên xwe yên dîjîtal hewl didin hişmendî û giringiya ziman, nasnameya neteweyî û demokratîk; çand, dîrok û folklora gelê Kurd ji civakê re ragihînin.

Di rûniştina heftemîn a komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” de Onder Akbûlût, Hulya Baytûr, Dorşîn Gok, Remziye Alpaslan, Qahir Bateyî û Mahmût Gulecan mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Çapemenî û Weşangeriyê” pêşkeş kirin.

‘Çapemeniya jinên Kurd bûye platformeke teorîzekirin û çareserkirina pirsgirêkên jinan’

Ewilî endama DFGê Hulya Baytûr rapora ku çapemeniyê ji bo komxebatê amade kiriye xwend. Hulya Baytûr, behsa giringiya jinan a di nava çapemeniyê de kir û wiha pê de çû: “Tevî pevçûn, zilm, binçavkirin û girtinan jî, rojnamegerên jin ên Kurd ji qadê venekişiyan û erk û berpirsyariya tomarkirina rastiyê, şopandina heqîqetê û ragihandina wê ji raya giştî re girtin ser xwe û vê erke di roja îro de jî pêk tînin. Çapemeniya jinên Kurd bûye platformeke ji bo teorîzekirina û çareserkirina pirsgirêkên jinan, pêkanîna daxwazên wan û têkoşîna li dijî zordariya zayendperest.”

Plansaziya xwe rêz kirin

Hulya Baytûr behsa plansaziya Çapemeniya Azad ya pêşerojê ya ji bo zimanê Kurdî jî kir û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Çapemeniya Azad bi Tv, rojname, ajans, produksiyon û platformên xwe yên dîjîtal hewl dide hişmendî û giringiya ziman, nasnameya neteweyî û demokratîk; çand, dîrok û folklora Gelê Kurd ji civakê re ragihîne û di nav civakê de hişmendî û hestyariya di van xalan de pêş bixe. Ji bo ku van hemûyan pêk bîne jî dê hewldanên xwe yên xwe mezinkirin û berbelavkirinê bidomîne. Ji bo ku Ajansa Welat li bakûrê Kurdistanê bibe çavkaniya ragihandinê ya bingehîn di serî de li herêma Serhed û Botanê dê hewl bide li hemû herêman xwe rêxistin bike; anku buroyên xwe veke, tora xwe ya nûçegihanan berfirehtir bike. Ji bo ku di weşanên xwe de zimanê kurdî bêtir rast, zelal, ji bandora wergera tirkî azade û standart bikar bîne dê hewl bide bi hemû sazî û dezgehên xwe re civîn û komxebatan pêk bîne û standardeke hevpar esas bigire.”

‘Çapemenî civakîbûna ziman xurt dike’

Dû re endamê DFGê Onder Akbûlût têkiliya di navbera çapemenî û ziman vegot. Onder Akbûlût bi bîr xist ku weşana bi zimanê Kurdî hilbijartineke siyasî û berpirsiyariyeke çandî ye û ev tişt anî ziman: “Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, di heman demê de şêwazê hizirîn û hestên neteweyekî ye. Çapemenî ne tenê şahidê rabirdûyê ye, lê di heman demê de damezrînerê pêşerojê ye jî. Rojnamevanên Kurd bi zimanê xwe vê paşerojê ava dikin. Çapemenî civakîbûna ziman xurt dike. Çapemenî her wiha ziman dike platformeke ji bo beşdariya civakî. Çapemeniya azad li dijî ziman û pergala serdest hişmendiyeke alternatîf diafirîne. Di saya çapemeniyê de, ziman êdî di nav diwarên malê derketiye û bûye zimanek giştî, polîtîk û çandî. Bi kurdî xebatên çapemeniyê meşandin, sê fonksiyonên bingehîn ku hebûna neteweyekê pêk tînin xurt dike; anku ziman diparêze, pêş dixe û azad dike.”

‘Weşangerî hişmendiya ziman ava dike’

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê) Remziye Alpaslanê mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku ziman weşangerî ziman berbiçav dike û zimanekî nivîskî yê hevpar çêdike. Remziye Alpaslan anî ziman ku bi rêya weşangeriyê materyalên perwerdehiyê tên derxistin û wiha got: “Weşangerî di gelek beşan de ziman bi pêş ve dibe û di nava civakê de hişmendiya ziman jî ava dike. Weşangerî fikir û ramanên kurdewariyê diparêze û hêmanên bingehîn ava dike.”

‘Kareke weşanxaneyên Kurdî avakirina neteweya demokratîk e’

Li ser navê Komeleya Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) Qahir Bateyî da zanîn ku nêzî 40 weşanxaneyên Kurdî hene ku li bakurê Kurdistanê weşanê dikin û bi hêza îmanê xwe li ser pêyan digirin. Qahir Bateyî destnîşan kir ku weşanger û weşanxane ji bo zimanê Kurdî çi bi destê wan bê dikin û got: “Her çiqas weşandin û çapkirina pirtûkan pêşveçûbe jî xwendina pirtûkan kêm bûye û heta gel ji xwendinê dûr ketiye. Kareke bingehîn ya weşanxaneyên Kurdî hişmendiya neteweya demokratîk e û weşanxaneyên Kurdî di vî warî de lawaz in. Divê weşanxane bi berhemên xwe hişmendiya neteweya demokratîk ava û belav bike. Di avakirina fikra neteweyî de jî weşanxane gelekî girîng e û divê vê erka xwe jî pêk bîne.”

‘Ziman bi xwendinê pêşdikeve’

Endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Mahmût Gulecan jî bi lêv kir ku wêjeya herî kevnar wêjeya Kurdî ye û ev yek di lêkolînan de jî derdikevin holê. Mahmût Gulecan da zanîn ku ziman bi xwendinê pêşdikeve û Kurdan jî ev yek fêm kirine û vegeriyane nivîsandinê. Mahmût Gulecan wiha dawî kir: “Xwedîderketina zimanê Kurdî bi xwendinê pêkan e. Her wiha îro em qala dîjîtalê dikin, heke em nexwînin em dê çawa ji berhemên Kurdî agahdar bin. Niha pêvajoyek dimeşe, lê em di çapemeniya xwe de vê pêvajoyê naşopînin.”

Piştî axaftinan rûniştin bi pirs û bersivan berdewam kir.

 

Etîket: Çapemeniya AzadKomxebata Zimanê KurdîRûniştina heftemînWanWeşangerên Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikan çîrokên nexşên xwe vegotin

Dayikan çîrokên nexşên xwe vegotin

10 NÎSAN 2026
‘Di girtîgehan de jiyan di xetereyê de ye’

‘Di girtîgehan de jiyan di xetereyê de ye’

10 NÎSAN 2026
Li Wanê panela ekolojiyê hat lidarxistin

Li Wanê panela ekolojiyê hat lidarxistin

4 NÎSAN 2026
Li Wanê bi stranan şitlên ji bo 4ê Nîsanê hatin çandin

Li Wanê bi stranan şitlên ji bo 4ê Nîsanê hatin çandin

4 NÎSAN 2026
Wan bi pileya 5.2yan hejiya

Wan bi pileya 5.2yan hejiya

4 NÎSAN 2026
Jinan li Tuşbayê tovê zebzeyan reşand axê

Jinan li Tuşbayê tovê zebzeyan reşand axê

30 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hişê çêkirî’ çima ji Kurdî re kerr û kor û lal e?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gund bi gund û bajar bi bajar digere û dersa Kurdî dide

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parêzvanê bîra muzîka Kurdî: Veysî Varli

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin: Em ê vegerin ser axa xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê dest pê dike: Yekîtî û berxwedan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Egîtîm Sena Amedê: Bêyî aştiyê perwerdehiya bi ewle nikare bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (620)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne