Endam, rêveber û nûnerên TJA, DBP û DEM Partiyê li navçeya Nisêbînê bi armanca protestokirina êrîşên li dijî Rojava daxuyanî dan. Parlamenterê DEM partiyê Heval Bozdag anî ziman ku aştiyek mayinde bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e.”
DBP, TJA û DEM Partiyê di 13ê Kanûnê de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî êrîşên Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê dest bi nobetê kirin. Çalakiya Nobetê di roja duyemîn de berdewam kir. Endam û rêveberên partî û saziyan li ber Parka Aştiyê kom bûn û heta avahiya DEM partiyê meşiyan. Girseyê li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partiyê Onur Duşunmez, Alî Boza û Heval Bozdag û gelek kes tevli meşê bûn. Parlamenter Heval Bozdag daxuyanî xwend. Heval Bozdag balkişand ser êrîşan û got: “Demek dirêje li hember Sûriyeyê êrîş didomin. Serdest ji polîtîkayên şer xwedî dibin. Êşa vê zilmê gel dikşînin. Gelên Rojhilata Navîn bi sedsalane têdikoşin. Gelê Kurd jî wisa. Ev zilm wê heta dawî nedomin. Wê gel biserkevin.”
Heval Bozdag destnîşan kir ku jiyana demokratîk a li Rojava ji gelên cîhanê re dibe mînak û wiha axivi: “Gelê Tirkiyeyê jî wê jiyanê mînak digirin. Lê îro jiyan bin tehîdê de ye. Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin; dorê tê Tirkiyeyê. Ji bo aştiyê navnîşana muzakreyê diyare. Bi azadiya Abdullah Ocalan wê aştî pêk bê. Em xwe hepsê tarîtiya Rojhilata navîn nekin. Hemû gelên Rojhilata NavÎn dikarin aştiyê ava bikin.
Daxuyanî bi çalakiya runiştinê dawî bû.