• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hêzên hikûmeta demkî li Siwêdayê 2 kes birîndar kirin

    Hêzên hikûmeta demkî li Siwêdayê 2 kes birîndar kirin

    Li Licê bi girseyî serdana şîna Zagros Serdar hate kirin

    Li Licê bi girseyî serdana şîna Zagros Serdar hate kirin

    Girtiyê siyasî Zekî Bulut qeyrana dil derbas kir

    Girtiyê siyasî Zekî Bulut qeyrana dil derbas kir

    Bi girseyî çûn sersaxiya Çekdar Hanî

    Bi girseyî çûn sersaxiya Çekdar Hanî

    Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek kuştin

    Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek kuştin

    Di 1994an de kê ew gund vala kir?

    Di 1994an de kê ew gund vala kir?

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hêzên hikûmeta demkî li Siwêdayê 2 kes birîndar kirin

    Hêzên hikûmeta demkî li Siwêdayê 2 kes birîndar kirin

    Li Licê bi girseyî serdana şîna Zagros Serdar hate kirin

    Li Licê bi girseyî serdana şîna Zagros Serdar hate kirin

    Girtiyê siyasî Zekî Bulut qeyrana dil derbas kir

    Girtiyê siyasî Zekî Bulut qeyrana dil derbas kir

    Bi girseyî çûn sersaxiya Çekdar Hanî

    Bi girseyî çûn sersaxiya Çekdar Hanî

    Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek kuştin

    Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek kuştin

    Di 1994an de kê ew gund vala kir?

    Di 1994an de kê ew gund vala kir?

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi balafirên şer rojnamegerekî din kuştin

Navenda Nûçeyan / AW

15 SIBAT 2025 - 22:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dewleta Tirk her roj bi balafirên şer ên SÎHA êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li Tişrînê di encama êrîşa îro ya SÎHA de rojnameger Egît Roj jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk her roj bi balafirên şer ên bêmirov êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di êrişa îro ya SÎHA de rojnameger Egît Roj jiyana xwe ji dest da. Di êrîşên SÎHA yên Tirkiyeyê de herî dawî di 27ê çile de Rojnameger Azîz Koyluoglu hatibû kuştin. Di 2024an de jî di êrîşa SÎHA yên Tirkiyeyê de 5 rojnameger hatibûn kuştin.

Di hedefa wan re rojnameger hene

Di 5 salan de 12 rojnamevan hatin kuştin. Rojnamevanên ku ji roja ku êriş didomin û vir ve geşedanan dişopînin û dikin nûçe, rastî êrişên SÎHA an jî topan tên. Ji sala 2019an û vir ve tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe hejmara rojnamevanên hatine qetilkirin herî kêm 13 ye. Di êrişan de heta niha herî kêm 8 rojnameger birîndar bûne.

* 11 Cotmeh 2019: Rojnamevan Vedat Erdemci û Dilovan Gever di êrişa hewayî ya li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da.

* 13 Cotmeh 2019: Nûçegihanê ANHAyê Seed Ehmed û nûçegihanê Çira TVyê Mihemed Hisên Reşo di encama bomberdûmana li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan.

* 2019: Endamê Çapemeniya Frî Bor Marîncîr Zîzis Sînke di dema bomberdûmana Til Temirê de jiyana xwe ji dest da.

04 cotmeh 2022: Rojnameger Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê bi sûîkastekê hat kuştin.

* 19 Mijdar 2022: Nûçegihanê ANHAyê Îsam Ebdullah di êrişa hewayî ya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest da.

* 23 Tebax 2023: Li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîta Jin TVyê hat teqandin. Di êrişê de xebatkarê Jin TVyê Necmedîn Feysel El Hac Sînan jiyana xwe ji dest da û nûçegihan Delîla Egîd jî birîndar bû.

* 8 Tîrmeh 2024: Li dijî wesayîta xebatkarên Çira TV û Çira FMê yên ku li Şengalê nûçe dişopandin, êrişa hewayî hat lidarxistin. Nûçegihanê ÇÎRA TV’yê Mûrat Mîrza ku di encama bomberdûmanê de birîndar bûbû, di 11ê Tîrmeha 2024an de jiyana xwe ji dest da.

* 23 Tebax 2024: Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîteke şîrketa çapemeniyê Chatr Production bi SÎHAyan hat bombekirin. Di êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behaddîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.

* 19 kanûn 2024: Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê di encama êrişa SÎHAyê de jiyana xwe ji dest dan.

* 27 çile 2025: Kordînasyona Giştî ya YRDê aşkera kir ku rojnameger Azîz Koyluoglgu di 27ê çileyê de li navçeya Ranya ya Silêmaniyê di encama êrişa SÎHA ya dewleta Tirk de hatiyê kuştin.

15 sibat 2025: Rojnameger Egît Roj di êrîşa SÎHA ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da.

Di êrîşên DAIŞ û PDKê de jî rojnamevan hatin kuştin

*8 Tebax 2014: DAIŞê berê xwe da Mûsil û Mexmûrê û êriş pêk anîn. Di erîşên li ser Mexmûrê de Rojnamevan Denîz Firat li Mexmûrê kuştin.

* 3 Adar 2017: Pêşmergeyên PDKê li ser rêya navbera Sinûn û Xanesorê ya Şengalê êrîş pêk anîn. Di êrîşê de rojnamevan Nûjiyan Erhan birîndar kirin û di 22yê Adara 2017an de jiyana xwe ji dest da.

Etîket: Egît RojNagihan AkarselRojnameger
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Rapora DFGê ya Cotmehê: Rojnameger di hedefa cezakirinê de ne

Rapora DFGê ya Cotmehê: Rojnameger di hedefa cezakirinê de ne

3 MIJDAR 2025
Îranê di 3 salan de 60 sal ceza li rojnamegeran birî

Îranê di 3 salan de 60 sal ceza li rojnamegeran birî

2 MIJDAR 2025
Cezayê 7 rojnamegeran hat pejirandin: Dixwazin darbeyê li atmosfera aştiyê bixin

Cezayê 7 rojnamegeran hat pejirandin: Dixwazin darbeyê li atmosfera aştiyê bixin

1 MIJDAR 2025
Li nexweşxaneyê serdanên ji bo Huseyîn Aykol berdewam dikin

Li nexweşxaneyê serdanên ji bo Huseyîn Aykol berdewam dikin

16 COTMEH 2025
Rojnamegeran Necmettîn Salaz li ser gora wî bi bîr anî

Rojnamegeran Necmettîn Salaz li ser gora wî bi bîr anî

14 COTMEH 2025
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

14 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (96)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne