Li Colemêrgê li gorî îdiayan zarokê ku di kulubeya nobetê ya cerdevanan de dilîst piştî teqîna çeka cerdevan jiyana xwe ji dest daye.
Li gundê Rezan a Jêrîn ê Colemêrgê hat îdiakirin ku zarokê bi navê Suheyp Salîm(13) dema di kulubeya nobetê ya cerdevanan de dilîst, dengê teqîna çeka cerdevanan hatiye û zarok bi giranî birîndar bûye. Zarokê bi giranî birîndar bû li nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku cendermeyan der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.