Dozgerê Komarê yê Mêrsînê, Hevşaredarên Akdenîzê ku 2 roj berê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.
Polisan di 10ê Çile de bi ser gelek malan de girtibûn. Polîsan di serdegirtina malan de hevşaredarên Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan û endamên meclîsa şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç, Yakup Daniş û Hikmet Bakirhan binçav kiribûn. Piştî kar û barên li midûriyeta polîsan bi dawî bû, Hevşaredar û endamên meclisê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger piştî îfadeyê, Hevşaredar Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û endamên meclisê Ozgur Çaglar bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propaganda rêxistinê kirine”, Endamên din ên meclisê jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dê payîn ku Hevşaredar û endamên meclisê li dadgehê îfade bidin.