Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî ya fîzîkî, ji gelek navendên Ewropayê bi deh hezaran kes hatin Strasbourgê û meşiyan.
Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo, Kurdistanî û dostên wan li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatin ba hev û meşiyan. Girseyê di meşê de pankarta “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” vekirin. Çalakvanên meşa dirêj pêşengiyê ji gel re dikin. Li pêşiya kortejê posterê mezin ê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hilgirtin û meşiyan.
Her wiha pankarta ‘Em bang li Ewropayê dikin: Dawî li êşkence û tecrîda 26 salan a li hemberî Abdullah Ocalan bîne’ hate vekirin. Gel flamayên Rêber Apo jî hilda û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Bijî Berxwedana Tişrînê” berz kir. Meşa ku li Bulvara Metz destpê kirî, wê heta Parc De L’Etoile bidome.