Îro du caran bi dron û mûşekan êrişî Kampa Azadî ya li navçeya Koye hate kirin. Di êrişan de ziyanên canî çênebûn.
Îro di saetên piştî nîvro de du caran bi dron û mûşekan êrişî Kampa Azadî ya li navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ku tê de malbatên pêşmergeryên PDK-Î dijîn, hate kirin. Di êrişan de ziyanên canî çênebûn.
Li gor agahiyên bi dest ajansa me ketine, êriş bi 5 dron û sê mûşekan li ser Kampa Azadî hatiye kirin. Hate ragihandin ku dron li nav kampê ketine, moşek jî dûrî kampê ketine xwarê.
Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê (PDK-Î) ragihand ku îro êrişî Dola Akoyan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin, lê di encamê de tu ziyanên canî çênebûn.













