Riha – Rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên rojnamegeran û partiyên siyasî bi girseyî çûn serdana çalakiya nobeta li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hatiye destpêkirin.
Çalakî bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa Kurd, Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD), Komeleya Lêkolînên Çanda Devkî Dîrok Wêjeyê (SOZ-DER), parlamenterên DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan, hevşaredarên DEM Partiyê, rêveberên DEM Partî û DBPê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din tev li çalakiya îro bûn.
Girse, di saetên zû yên serê sibehê de kom bû, li qada nobetê stranên berxwedanê û dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kir. Di çalakiyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate hilgirtin.
Di nobetê de peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a îro hatiye weşandin hate xwendin û peyam bi çepik û tililiyan hat pêşwazîkirin.
Çalakvan dê têkildarî peyama Îmraliyê û êrişan di saetên pêş de daxuyaniyê bidin.