Rojnameger Selamet Turan piştî 11 mehan girtî ma, ji girtîgeha Jinan a Amedê serbest hat berdan. Endam û nûnerên rêxistinên saziyên civakî û partiyên siyasî bi girseyî serdana Selamet Tûran kirin.
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAYDER), rêxistina Partiya Herêmên Demokatîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnexê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê serdana rojnameger Selamet Turan a ku piştî 11 mehan ji girtîgeha Amedê derket kirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî bi girseyî çûn serdana mala rojnameger Selamet Turan a li taxa Nûr a Cizîrê. Girse ji aliyê Selamet Turan û malbata wê ve hat pêşwazîkirin. Girseyê ji bo berdana Selamet Tûran kêfxweşiya xwe anî ziman.