Wan – MEBYA-DER, DBP û DEM Partî bi girseyî serdana şîna Ferman Tûrgût kirin.
Rêveberên MEBYA-DERê, DBP û DEM Partiyê serdana şîna Ferman Tûrgût (Demhat Mamxûrî) ku hatibû ragihandin di sala 2018an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest daye, kirin. Girse nêzî mala sersaxiyê peya bû û bi dirûşemaya “Şehîd Namirin” heta Mala Sersaxiyê ya Hecî Hacî ya li Taxa Xaçortê meşiya. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, hevserokê MEBYA-DERê Yûsûf Dundar, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li serdanê bûn.
Di serdanê de ji bo hemû cangoriyên Kudistanê û Ferman Tûrgût dûa hatin xwendin û dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat berzkirin.













