Bi girseyî serdanên sersaxiya şîna bavê rojnameger Ferhat Tepe ku di sala 1993yan de hatibû kuştin, nivîskar Îshak Tepe berdewam dike.
Şîna bavê rojnameger Ferhat Tepe ku di sala 1993yan de hatibû kuştin, nivîskar Îshaq Tepe duh jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî berdewam dike. Şîna ji bo Tepe li mala wî ya li Bedlîsê hat danîn. Rêveberên rêxistinên siyasî û rêxistinên sivîl, Hevşaredarên Tetwanê, endamên Komeleya Rojnamageran a Dîcle û Firatê û gelek welatî serdana şîna Tepe bûn.

‘Kesayetekî rewşembîr û Kurdewar bû’
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Bedlîsê Şevder Bîngol destpêka axaftina xwe de Îshak Tepe bi bîr anî û got: “Mele Îshak kesayetekî rewşenbîr û Kurdewar bû, ji bo çand û zimanê Kurdî gelek xizmet kir. Mele Îshak di heman demê de têkoşer û parêzvanê mafên mirovan bû. Em li ber keda wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, wî bi hurmet bibîr tînin. Ji malbata xwe re sersaxiyê dixwazin.”
Şîn dê sibê jî berdawam bike.













