Şirnex – Şîna endamê HPGê Lokman Urun bi awayekî girseyî hat ziyaretkirin. Bavê Lokman Urun, Metîn Urun destnîşan kir ku kurê wî cangoriyê hemû gelê Kurd e û sersaxî ji hemû gel re xwest.
Li taxa Cûmhûriyetê ya Şirnex ji bo endamê HPGê Lokman Urun (Adil Bilîkî) ê ku di 30ê Îlona 2024an de li herêma Metînayê ya girêdayî Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest dabû şîn hat danîn. Di pêşengtiya MEBYA-DERa Şirnexê de, parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kesan serdana şînê kirin. Girseya ku nêzî mala malbata Urun kom bû bi diruşma, ‘Şehîd namirin’ çû cihê şînê.

Li vir ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê Hevserokê MEBYA-DERa Şirnexê Ramazan Togûrlû sersaxî ji malbat û hemû gelê Kurd re xwest û diyar kir ku ew ê her tim li ser şopa cangoriyên azadiyê bin.
Piştî Togûrlû, parlementer Mehmet Zekî Îrmez anî ziman ku şehîd nirxên herî pîroz ê gelê Kurd in û wiha axivî: “Em wan weke eshabeyên demê dibînin. Vaye 100 sal in li ser hemû nirxên gelê Kurd êrîş hebû. Li hember van êriş, qirkirin û qetlîaman ciwanên Kurd li ber xwe dan. Êdî em dibêjin bes e û bila Heval Lokman bibe şehîdê dawiyê”

Mehmet Zekî Îrmez bi lêv kir ku ji bo nirxên xwe hewce bike ew ê sed salên din jî li ber xwe bidin û wiha domand: “Em dixwazin ev pêvajo ser bikeve. Ji bo ku em hemû bi nasnameya xwe bijîn. Ji ber vê yekê heya dawiyê em ê li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Bila gelê me pê bawer be ku ev pêvajo wê ser bikeve. Em bejna xwe li hember şehîdên azadî û demorasiyê ditewînin, serê malbat û rêxistina me sax be.”

Piştî Îrmez, bavê Lokman Urun, Metîn Urun jî got ku kurê wî cangoriyê hemû gelê Kurd e û sersaxî ji hemû gel re xwest.
Piştî axaftinan serdana şînê bi xwendina duayan bi dawî bû.



















