Rêxistinên siyasî û sivîl bi girseyî serdana endama YJA-Starê Rojbîn Akdogan ku di sala 2019an de jiyana xwe ji dest dabû, kirin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji bo endama YJA-Starê Rojbîn Akdogan (Hîvda Pîrosî) ku Hezîrana 2019an li Qadên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dabû şîn hat danîn. Hevserok û rêveberên DEM Partiyê û DBPê yên Şirnex û navçeyên wê, rêveberên MEBYA-DERê, TUHAD-DERê, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê û gelek kes bi girseyî serdana şîna Akdogan kirin.
Di şînê de ji bo Akdogan dûa hatin xwendin û piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnex Taybet Bîlgî axivî. Bîlgî da zanîn ku ger îro gelê Kurd û tevgera azadiyê gehiştibe vê merheleyê bi saya berxwedana Rojbîn û hevrê wê ne. Bîlgî herî dawî got ku ji bo ew xeyalên Rojbînan pêk bînin dê her tim bitêkoşin.