Bi pêşengiya MEBYA-DERê bi girseyî serdana şîna şervanê YPGê Ahmet Arcan (Xebat Amed) ê ku li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dabû, hat kirin.
Bi pêşengiya MEBYA-DERê bi girseyî serdana şîna şervanê Yekînêyên Parastina Gel (YPG) Ahmet Arcan (Xebat Amed) ê ku di 26ê Sibata sala 2015an de li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dabû, hat kirin. Rêveberên partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên MEBYA-DERê û gelek kes tev li serdana şînê bû. Girse bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd Namirin” heya ber mala şînê ya Hezroyan meşiya. Girse paşê derbasî hundir û ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin û sersaxî ji malbata Ahmet Arcan re hat xwestin.



















