Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê ji bo azadiyê fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî pêk anîn.
Kongra Star a Kantona Firatê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi tevlêbûna hezaran meşeke girseyî pêk anîn. Bi hezaran kesên kom bûn bi dirûşma “Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber misoger bikin” meşiyan. Şêniyên kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan tev li meşê bûn.
Meş ji qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Dem dema azadiya Rêber Apo ye”,”Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
Meş li Aada Aştî veguherî mîtîngê û deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Xûnav Xelîl silavên xelkê Firatê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.
Xûnav Xelîl diyar kir ku ev pêvajoya hebûnê ye, divê her kes kar û xebatên xwe xurtir bikin da ku ew azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin û wiha got: “Rêber Apo 27 sal e di girtîna Îmraliyê de têkoşînê dide meşandin. Divê em jî wek gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîneke xurt bidin meşandin. Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Heta Rêberê me azad nebe em azad nabin.”
Meş bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.