Bi hezaran hezkirî û welatî serdana şîna siyasetmedar û aktîvîsta TJAyê Berîvan Kûtlû ya li Silopyayê dikin.
Ji bo siyasetmedar û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bêrîvan Kûtlû li taxa Yenîşehîrê ya navçeya Silopya ya Şirnexê şîn hatiye danîn. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo Kutlu şîn hatiye danîn û xelk serdana şînê dike. Li Silopiya bi hezaran jin, hezkirî û welatî serdana şîna Bêrîvan Kutlu dikin.
Rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Şirnexê, Mêrdînê, Amedê û Dêrsimê ku li taxa Yenîşehîrê kom bûn heya konê şînê meşiyan. Di meşê de dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Bi konê şînê ve wêneyên Bêrîvan Kutlu hatine daliqandin.

Li vir Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan axivî û sersaxiyê ji malbata Kutlu û gelê Kurd re xwest. Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku hevrêya wan Bêrîvan Kutlu her tim ji bo têkoşîna azadiya jinan û têkoşîna azadiya gelê Kurd xebat dikir û bi awayek bêhempa li ber xwe da.
Newroz Ûysal Aslan zanîn ku ew dê her tim ji bo xeyal û armancên Bêrîvan Kutlu têbikoşin.
Di nava rojê de welatiyan kom bi kom serdana şînê kir û serxweşiyê ji malbatê re xwestin.
Li Rojava jî şîn hate danîn
Her wiha ji bo Bêrîvan Kutlu li Rojavayê Kurdistanê jî şîn hate danîn û li vir jî bi hezaran welatî serdana şînê kir û xwedî li têkoşîna Kutlu derketin.















