Bi hezaran şêniyên kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrişên Dewleta Tirk ên li ser bendava Tişrînê daketin qadan û meşek girseyî pêk anîn.
Piştî êrîşên li dijî bendava Tişrînê zêde bûn û welatî hatin kuştin, bi hezaran şêniyên kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrişên Dewleta Tirk ên li ser bendava Tişrînê meşiyan. Meşê ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê destpê kir û heta Qada Şehîd Egîd dewam kir. Li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê, cîgira hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî. Mizgîn Xelîl di axaftina xwe de êrişên Dewleta Tirk ên li ser bendava Tişrînê û konvoya gel ku duh ber bi bendavê ve diçû, şermezar kirin. Mizgîn Xelîl diyar kir ku Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişên xwe li ser bendavê didomîne û got: “Sûcên şer û yê qirkirinê tên kirin. Îro li pêşiya çavê tevahiya cîhanê ev kiryar tên kirin, ambûlans, gel û rojnamevan tên hedefgirin. Lê gelê bi israreke herî mezin û bi moral li ber xwe didin û êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin.”
Mizgîn Xelîl bang li gel kir ku li kêleka şervanên xwe bibin xelek û wiha axivî: “Divê gelê me xwedî li hêza xwe derkevin, li hember êrişên dagirkeriyê bibin bend û her tim divê em hêza xwe û welatê xwe ji dagirkeriyê biparêzin.”
Meş bi dirûşmên “Berxwedana jiyan e” bi dawî bû.