Stenbol – Bi deh hezaran kes li qada Esenyûrtê ya Stenbolê beşdarî mîtînga “Bi hev re ji bo nan, aştî, edalet û azadiyê têbikoşin” bûn û gotin: “Mil bidin mil, li dijî faxîzmê.
Mîtînga li hevkariya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) ve hate organîzekirin, serê sibê dest pê kir. Bi deh hezaran kes li qada mîtîngê ya Esenyûrtê kom bûn. Girseyê qada Esenyurt bi pankartên DEM Partî û pankartên ku li ser wan “aştî, azadî, wekhevî” nivîsandine xemilandin. Jin û ciwanên bi cilên xwe yên gelêrî, “kesk, sor û ser “, “serpoşên zer” li xwe kiribûn û pankartên rengîn hildigirtin, daketin qada mîtîngê. Girseyê bi coşeke mezin qad tijî kir. Girseyê dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Ked, aştî û azadiyê biparêzin” û “Mil bi mil li dijî faşîzmê” berz kirin. Bi deh hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn li qadê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Mîtîngê bi stranên Koma Vejîn ve dest pê kir. Di mîtingê de hevserokên partiyên amadekar bi hevre kedin qadê. Hevserokên partiyan li qadê li ser geşedanên di rojevê de diaxivin.
Mîting bi axaftinan didome.













