Şaredariya Peyasê bi derfetên xwe 200 hezar kulîlkên demsalî yên zivistanê hildiberîne û li park û bexçeyên navçeya Peyasê bi axê re digihîne hev.
Gerînendetiya Park û Baxçeyan ya Şaredariya Peyasê ji bo xweşik kirina bajêr û avakirina qadên hêşîntir xebatên xwe didomîne. Ji 200 hezar kulîlkên demsalî yên ku ji aliyê Jinan ve li qada Sera û Şitildanînê ya Şaredariyê hatine çandin, li parkan bi cih dikin. Bi vê xebatê re wê 200 hezar kulîlkên demsalî li nuqteyên cuda yên bajêr bên belav kirin û çandin. Gerînendetiya Park û Baxçeyan, li qada Sera û Şitildanînê ya Şaredariyê dest bi hilberîna gul û şitlên darên demdirêj ên demsalî kirin da ku li qadên hêşîn bên bikaranîn dest bi xebatan kir.