Xwendekarê dibistana amadehiyê yê bi navê D.A. bi hinceta tev li çalakiyên protestokirina qeyûm ên li Dêrsimê bûye, hate girtin.
Xwendekarê dibistana amadehiyê yê bi navê D.A. (18) bi hinceta tev li çalakiyên protestoyî yên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Dêrsimê bûye, duh di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Xwendekar îro derxistin dadgehê û derbarê wî de biryara girtinê hate dayin. Hat zanîn ku D.A. bi îdiayên “Li dijî polîsan derketî ye” û “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” hatiye girtin.
Xwendekar bi pişt ve hate kelemçekirin
Dema D.A. birin nexweşxaneyê û anîn edliyeyê, destên wî ji pişt ve hatin kelemçekirin. Hat zanîn ku di dema îfadeya li dadgeriyê de jî destên wî ji pişt ve hatine kelemçekirin û li ser nerazîbûna malbatê, li edliyeyê kelemçe hatine derxistin.