Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan meşiyan û li qada Newrozê bi karografiya Mazlûm Dogan Newroza îsal pîroz kirin.
Bi sedan xwendevanên Wargeha Mexmûrê bi meşaleyan Newroz pîroz kirin. Mîna her carê vê carê jî xwendekaran bi meşaleyan û şêwazeke nû mora xwe li Newrozê da.
Xwendekarên ku meşiyan piştî gihiştin qada Newrozê bi meşaleyan bi xêzkirina karografiya Kawayê Hemdem û yek ji kadroyên pêşeng ê PKKê Mazlûm Dogan Newroza îsal pîroz kirin.
Xwedkaran piştre bênavber dirûşma ‘Newroz pîroz e’ berz kirin.













