• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Dadgeha Bilind cezayê Rojbîn Çetîn erê kir

    Dadgeha Bilind cezayê Rojbîn Çetîn erê kir

    Kurtulmuş: Divê dema torosên sipî bi dawî bibe

    Kurtulmuş: Divê dema torosên sipî bi dawî bibe

    Li ser kesê ‘Toros’ şewitand wêneyê Yazicioglû hat dîtin

    Li ser kesê ‘Toros’ şewitand wêneyê Yazicioglû hat dîtin

    Civîna Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Civîna Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Rûsyayê bi 270 dron û 10 mûşekan êrişî Ukraynayê kir

    Rûsyayê bi 270 dron û 10 mûşekan êrişî Ukraynayê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Dadgeha Bilind cezayê Rojbîn Çetîn erê kir

    Dadgeha Bilind cezayê Rojbîn Çetîn erê kir

    Kurtulmuş: Divê dema torosên sipî bi dawî bibe

    Kurtulmuş: Divê dema torosên sipî bi dawî bibe

    Li ser kesê ‘Toros’ şewitand wêneyê Yazicioglû hat dîtin

    Li ser kesê ‘Toros’ şewitand wêneyê Yazicioglû hat dîtin

    Civîna Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Civîna Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Rûsyayê bi 270 dron û 10 mûşekan êrişî Ukraynayê kir

    Rûsyayê bi 270 dron û 10 mûşekan êrişî Ukraynayê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi meşaleyan kolanên Ewropayê ronî kirin

Navenda Nûçeyan / AW

21 ADAR 2025 - 00:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kurdistaniyên ku li gelek bajarên Ewropayê Newroz pîroz kirin, bi meşaleyan meşiyan û kolanên Ewropayê ronî kirin. Meşvanan bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin û bi govend û tîlîliyan Newroz pîroz kirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn li gelek navendan bi meşaleyan meşa Newroz pêk anîn û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin û bi govend û tîlîliyan Newroz pîroz kirin.

Innsbruck

Li Qada Marktplatz a li bajarê Innsbruck ê Awûstûryayê agirê Newroz hate pêxistin. Şahiya ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatî lidarxistin, bi merasîma rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre malbatên şehîdan agirê Newrozê pêxistin. Piştî ku danezanên bi Kurdî û Elmanî hatin xwendin, govend hate gerandin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Newroz” berz kirin.

Şahî, pîştî ragihandina şahiya ku dê di 29ê Adarê de bi tevlîbûna Şehrîbana Kurdî, Sîpan Xelat, Erdogan Emîr, Azad Bedran û hunermendin din were lidarxistin, bi dawî bû.

Aachen

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê Kurdistanî bi hilgirtina flamayên kesk, sor û zer, flamayên Rêber Apo û alên YPG û YPJ’ê li Qada Pontor li hev civiyan. Bi sedan kes beşdarî şahiyê bûn û girse bi meşaleyan heya Qada Elisenbrunnenê bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” meşiya. Girseyê li vir agirê Newrozê pêxist û li gel dahol û zirneyê govend gerand.

Hambur

Li bajarê Hamburgê jî şahiya Newrozê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Bi sedan Kurdistanî beşdarî meşa ku bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Soreşger hatî lidarxistin, bûn. Kurdistaniyên ku li kompleksa çandê ya li Rote Florayê ya li navçeya Sternschanzeyê li hev civiyan, li vir govend gerandin. Piştî gerandina govendê girse ber bi Girtîgeha Damtorê ve ya ku girtiyên siyasî Kenan Ayaz, Kadîr Saka û Nîhat Asût lê tên girtin, meşiya.

Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Azadî ji bo girtiyên siyasî”, “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û li navçeya Gansemarktê bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan haye derengî şahiya xwe domand.

Kurdistanîyên li bajarê Hamburg û derdora wê dê roja Yekşemê jî li Hamburgê li hev bicivin.

Darmstadt

Kurdistaniyên li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê dijîn, ji bo pîrozkirina Newrozê sibehî zû li Qada Friedensplatzê li hev civiyan û li vir kon vedan. Di konên hatine vedan de stranên bi Kurdî hatin vekirin û çanda Kurdî hate nasandin.

Ber bi êvarê ve jî meşa meşaleyî li Qada Friedensplatzê dest pê kir. Weke her sal îsal jî Kurdistanî û dostên xwe li mezintirîn cadeya bajêr bi cil û bergên xwe yên gelêrî meşiyan û li Qada Friedensplatzê agirê Newrozê pêxistin.

Di şahiyê de Koma Azad, Koma Hezex û koroyên Zarokan ên Darmstadt û Bensheimê derketin ser dikê û Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê Murşîde Oltan têkildarî girîngiya Cejna Newrozê axaftinek kir.

Şahiyê, bi gerandina govendê ya li gel dahol û zirneyê heya saetên derengî berdewam kir.

Etîket: EwropakolanNewrozronî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk pêk hat

Serokatiya Iraqê: Pêngava gerîla pêşerojê ronî dike

12 TÎRMEH 2025
124 roşnvîrî: Onderî zerrîya her kesî de aştî nuşte

Şaredariya Bûlamê navê Sirri Sureyya Onder li kolanê kir

14 GULAN 2025
Kurdistanî di Newrozê de li dora Abdullah Ocalan bûn yek

AKPê ji bo roja 21ê Adarê bibe betlane pêşnûme qanûn pêşkêş kir

15 NÎSAN 2025
Kurdan li Torontoyê Newroz pîroz kir

Kurdan li Torontoyê Newroz pîroz kir

24 ADAR 2025
Newroza Stebolê bi ‘Bijî Serok Apo’ bi dawi bû

Newroza Stebolê bi ‘Bijî Serok Apo’ bi dawi bû

23 ADAR 2025
Ji Newroza Antalyayê Bijî Serok Apo bilind bû

Ji Newroza Antalyayê Bijî Serok Apo bilind bû

23 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (288)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne