Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi milyonan mirov li hev kom bûn û li dijî Donald Trump daketin qadan û çalakî li darxistin.
Xwepêşandan bi dirûşma “No Kings” (Ji Qral re na) çalakî pek anîn. 7 milyon mirov, ji çar aliyên Amarîkayê li qadên cûda kom bûn û tev li meşê bûn. Çalakgerên ku tevlî xwepêşandanan bûn, rêveberiya Trump şermezar kirin. Girseyê dirûşma “Em ji welatê xwe hez dikin, em nema dikarin xwe li Trump rabigirin” berz kirin. Di nava rojê de zêdeyî 2 hezar û 700 çalakî hatin lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye ku Trump di dema xwepêşandanên şermezarkirinê yên hezîranê de gotibû, wê bi “Hêzeke gelekî mezin” bersivê bide.