Amed – Nivîskar û sînemager Xecê Rêdûr a ji bajarê Ûrmiyê diyar kir ku ew ji bo parastina mafê zarokan û jinan têdikoşe û got: “Ez dixwazim bi rêya pirtûk û sînemayê mafên zarokên Kurd biparêzim.”
Nivîskar û sînemager Xecê Rêdûr ji bajarê Ûrmiye yê rojhilatê Kurdistanê ye. Xebatên wê yên nivîskariyê û sînemayê bêtirîn li ser zarokan û mafê zarokan û jinan e. Ew ji bo beşdarî 8emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bibe hat Amedê û li standa Weşanxaneya Moriyê ya weşangeriya zarokan dike, pirtûka xwe ya bi “Teyrê Keskesorê” îmze kir.
Xecê Rêdûr derheqê hatina xwe ya Amedê û xebatên xwe de ji Ajansa Welat re axivî.
Xecê Rêdûr da zanîn ku hatina wê ya Amedê her dem ji bo wê xewn û xeyal bûye û ev yek pêk hatiye. Xecê Rêdûr bi bîr xist ku ji bo ku ew beşdarî pêşengeha pirtûkan bibe hatiye û got: “Pirtûkek min li Weşxaneya Moriyê çap kiriye. Ji bo min hatina Amedê cihê kêfxweşiyê ye. Min gelek heval û dost û aktîvîst nas kirin. Ev yek min pirr şanaz kir.”
‘Parastina dîrok û zimanê Kurdî’
Xecê Rêdûr diyar kir ku ew ji bo zarokan nivîskariyê dike û wiha got: “Yekem pirtûka min a ji bo zarokan ji Weşanxaneya Morî derçû. Min pirtûkek çîrokan jî li Rojava bi navê ‘Dayê Koban’ çap kiriye. Pirtûkek min jî li ber çapê ye, ew jî bi navê ‘Siyajin’ e. Lehengên hemû pirtûkên min jin in. Naveroka wan li ser azadiya jinan, li ser zimanê Kurdî, li ser dîroka Kurd û Kurdistanê ne. Mebesta min ew e ku em van yekan bi zarokên xwe bidin nasîn û van biparêz in.”
‘Bi sînemayê dixwazim bibim dengê zarokan’
Xecê Rêdûr destnîşan kir ku wê filmek li ser zarokan jî amade kiriye û wiha qala naveroka film kir: “Bingeha xebat û çalakiyên min li ser zarok û jinan in û her wiha ji bo parastina mafên zarokan in. Mafên zarokan kurdan, pirr bi komkujî û kuştinan re rû bi rû man e. Dixwazim bi fîlm ango sînemayê bibim dengê mafên zarokan. Nîşanî cîhanê bidim ku çi bi serê zarokên kurdan de hatiye, jiyana wan çawa ye.
Fîlma min rexneya li sîstemê ye
Fîlma min li ser ew zarokên ku bûne qurbaniyên mayinên li ser sînorê başûrê Kuristanê heta bigihîje Rojhilatê. Niha jî mayîn hene, nehatine paqijkirin. Sîstemê vê mijarê piştguh kiriye. Min bi vî filmî xwest rexne li sîstemê bikim ku ev mayîn bên paqijkirin. Filma min li Koreya Başûr di festîvala filman de xelat wergirtiye.”
‘Şoreşê bandorek mezin li ser jinan kir’
Xecê Rêdûr bal kişand ser rewşa jinan a li rojhilatê Kurdistanê û wiha axivî: “Beriya vê şoreşa jinan a dawî biqewime, jin bi gelek tundî, astengî û qedexeyan re rû bi rû diman. Tiştekî bi navê mafê jinan tune bû. Mafên jinan dihatin binpêkirin. Lê piştî ew şoreş qewimî, jin serbest in, jin dikarin derkevin derve, dikarin bixwînin, dikarin biafirînin. Heke ku jinek azad be û dikaribe biafirîne, em dikarin bibin xwediyê civakek azad. Lewma jî azadiya jinan, têkoşîn û çalakî xebat hêdî hêdî bi pêş ve diçin û em dibin şahidê vê yekê.”
‘Zimanê Kurdî qedexe ye, lewma perwerde bi Kurdî nîn e’
Xecê Rêdûr bal kişand ser rewşa perwerdehiya bi Kurdî ya li Rojhilat û got: “Mixabin zimanê Kurdî bi temamî li Rojhilat qedexe ye. Lewma em dixwazin xebatên ziman bi pêş ve bibin. Hewceyî bi xebatê heye ku ji bo zimanê kurdî bi ser bikeve. Divê zimanê Kurdî ji qirkirinê rizgar bibe. Gelek xebat hene lê bes zimanê kurdî qedexe ye. Ne dibistanên me hene û ne jî saziyên me hene, çimkî qedexe ne. Lê bi rêya şanoyê, sînemayê, konseran em xebatan ji bo ziman dimeşînin. Ji ber ku zimanê Kurdî qedexe ye, zarok jî nikarin bi zimanê xwe werin perwerdekirin.”