• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çawişê pispor Mûsa Gezer ê ku 4 kes kuştibûn, jiyan xwe ji dest da

    Çawişê pispor Mûsa Gezer ê ku 4 kes kuştibûn, jiyan xwe ji dest da

    Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

    Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

    Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

    Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

    Tuncer Bakirhan serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir

    Tuncer Bakirhan serdana şîna Dayika Aştiyê Munîbe Koçê kir

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Baroya Îzmîrê ji ber parastina mafên girtiyan tê cezakirin

    Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

SESê ji bo Kobanê serî li Wezareta Tenduristiyê da

Îzmîr / AW

29 ÇILE 2026 - 17:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêvebirê SESa Îzmîrê Mahfuz Karaaslan destnîşan kir ku divê Deriyê Sînorê Murşîtpinarê yê li Kobanê bi lezgînî bê vekirin. Karaaslan da zanîn ku wan ji bo şandina alîkariya tibî serî li Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê daye.

HTŞ û komên paramîlîter ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, ev çend roj in Kobanê dorpêç kirine. Li Kobanê ya ku elektrîk û av li serê hatiye birîn, heta niha ji ber sermayê 5 zarokan canê xwe ji dest dane. Di vê çarçoveyê de ji bo peydakirina pêdiviyên bingehîn, bangên vekirina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tê kirin.

Ji bo gihandina xizmetên tenduristiyê ya ber bi Kobanê ve, hewldan û bangek jî ji aliyê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Şaxa Îzmîrê hat. Di vê çarçoveyê de rêvebirê SESa Îzmîrê Mahfuz Karaaslan têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Mahfuz Karaslan diyar kir ku her çend agahiyên zelal ji Kobanê neyên jî, nebûna koridoreke alîkariyê bi serê xwe krîzeke mezin e û got: “Divê em ji bîr nekin; tenduristî û azadî bi hev re têne pênasekirin. Sedema serlêdana me ya li Wezareta Tenduristiyê ew e ku em nikarin li hemberî mirina zarokên ku ji ber nebûna pêdiviyên mirovî jiyana xwe ji dest didin, bêdeng bimînin.”

‘Pîvana me peymana Cenevreyê ye’

Mahfuz Karaaslan bi bîr xist ku di her şert û mercî de divê xizmetên tenduristiyê berdewam bikin û wiha dewam kir: “Di vê mijarê de bingeha me Peymana Cenevreyê ye û divê her kes li gorî peymanê tevbigere. Ger deriyê sînor bê vekirin, kedkarên tenduristiyê ji bo destwerdana lezgîn û xizmetên civakî amade ne. Ev ne tenê xwestekek, erka etîka pîşeya me ye.”

‘Tenduristkar alîgirê jiyan û aştiyê ne’

Mahfuz Karaaslan destnîşan kir ku li çar aliyên cîhanê di dema şeran de ji bo xizmetên tenduristiyê navber hatine dayîn û bijîşkan bi mîsyonên xwe rê li ber aştiyê vekirine û got: “Tenduristkar di her şertî de ji bo jiyanê dixebitin. Divê hemû nexweşên kronîk û pêdiviyên ku dibin sedema nexweşiyan bên dabînkirin. Tenduristkarî vê yekê li me ferz dike.”

Etîket: KobanêRojavaSESWezareta Tenduristiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

12 HEZÎRAN 2026
Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

11 HEZÎRAN 2026
Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

9 HEZÎRAN 2026
SESê li Amed û Wanê bertek nîşanî bertîl û kedxwariyê da

SESê li Amed û Wanê bertek nîşanî bertîl û kedxwariyê da

4 HEZÎRAN 2026
Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    ‘Zarokên min ne aşiqê mirinê bûn, tenê aştî û azadî xwestin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parlamentera PDKê ya berê: Ji bo serketina pêvajoyê guhertina destûrê pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê derbarê hevdîtina bi Kurtulmuş re daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dîba Keskîn: Di sedsala duyemîn de nabe ku heman êş bên kişandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Dayikên Aştiyê çû serdana gora Munîbe Koç

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Doza Mehmet Uytun doza di navbera dewletê û gel de ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (472)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne