• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    6 jinên şoreşger li Germencikê hatin bibîranîn

    6 jinên şoreşger li Germencikê hatin bibîranîn

    Rêveberiya Xweser bang kir: Bi gelê Şêxmeqsûdê re bibin yek

    Rêveberiya Xweser bang kir: Bi gelê Şêxmeqsûdê re bibin yek

    Trump derbarê êrişên Helebê de axivî

    Trump derbarê êrişên Helebê de axivî

    Di êrişa Dêr Hafirê de yek jê zarokek 2 kes hatin qetilkirin

    Di êrişa Dêr Hafirê de yek jê zarokek 2 kes hatin qetilkirin

    Ciwanên Êlihê li dijî êrişên ser taxên Helebê meşiyan

    Ciwanên Êlihê li dijî êrişên ser taxên Helebê meşiyan

    Hêzên Şêxmeqsûdê îdiayên hikûmeta demkî derewandin

    Hêzên Şêxmeqsûdê îdiayên hikûmeta demkî derewandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    6 jinên şoreşger li Germencikê hatin bibîranîn

    6 jinên şoreşger li Germencikê hatin bibîranîn

    Rêveberiya Xweser bang kir: Bi gelê Şêxmeqsûdê re bibin yek

    Rêveberiya Xweser bang kir: Bi gelê Şêxmeqsûdê re bibin yek

    Trump derbarê êrişên Helebê de axivî

    Trump derbarê êrişên Helebê de axivî

    Di êrişa Dêr Hafirê de yek jê zarokek 2 kes hatin qetilkirin

    Di êrişa Dêr Hafirê de yek jê zarokek 2 kes hatin qetilkirin

    Ciwanên Êlihê li dijî êrişên ser taxên Helebê meşiyan

    Ciwanên Êlihê li dijî êrişên ser taxên Helebê meşiyan

    Hêzên Şêxmeqsûdê îdiayên hikûmeta demkî derewandin

    Hêzên Şêxmeqsûdê îdiayên hikûmeta demkî derewandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Bi zanebûn pêşengên Kurdan dikin hedef’

Navenda Nûçeyan / AW

9 ÇILE 2026 - 10:41
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Hevseroka CDK-Fê Fevziye Erdemîrcî anî ziman ku di navenda Ewropa de çawa çê dibe 3 jinên Kurd bên kuştin û got: “Bi zanebûn pêşengên Kurdan dikin hedef. Kujeran perwerde dikin û dişînin ser Kurdan.”

Di 9ê Çileya 2013an de yek ji damezrînerên Tevgera Azadiyê Sakîne Cansiz, Nûnera Parîsê ya Kongreya Netweyî (KNK) Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, li paytexta Farnsayê Parîsê li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê hatin kuştin. Di ser kuştina 3 jinên Kurd ên siyasetmedar re 12 sal bihûrîn.

12 sal berê îro li Parîsê 3 jinên Kurd hatin kuştin. Her sal saziyên civakî û demokratîk ên Kurdan li Parîs û gelek bajarên Kurdistanê 3 jinên Kurd ên siyasetmedar û dîplomat bibîr tînin û dixwazin berpirsiyar bên darizandin û cezakirin. Kurd û dostên Kurdan dê îro li Parîsê ji bo bîranîna 3 jinên Kurd çalakiyan li dar dixin.

Hevseroka CDK-F (Civaka Demokratik a Kurdên Fransayê Fevziye Erdemirci li ser bernameya îro ku bê li darxistin û xebatên xwe axivî. Fevziye Erdemîrcî diyar kir ku wan îro bernameyeke amade kiriye û got: “Îro saet di 12.00an de cihê ku hevalên me hatine kuştin em ê bi kulîlkan kom bibin. Hevalên me yên Firansî û serokên şaredar jî tev li me bibin. Saet di 12.00an de rêzgirtin dê destpê bike. Paşê jî dê dostên me yên Firansî axaftinê bikin.”

‘Ji bo heqîqetê edalet’

Fevziye Erdemîrcî da zanîn ku di 10ê Çileyê ji xebatan wan didomin û wiha axivî: “Me mal bi mal bi tevahî beşên civakê re hevdîtin pêk anîn. Xebatên me li ser civakê didome. 10ê Çileyê gelên bajarên din yên ewropayê jî dê tev li bibin. Em li dijî wan qetlîaman dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku ev qetlîam di tariyê de nemînin. Çi destê me bê em ê bikin ku bila bizanin gelê Kurd tu car li pey van qetlîaman bernadê. Em jî dibêjin ji bo gelê Kurd edalet, ji bo heqîqetê edalet. Rastî jî heqîqatê Kurdan diyar e. Gelê Kurd çima tên kuştin, çima tu berpirsiyar agahiyan nadin me? Ji bo wê em ê şopdarê qetlîamê bin. Divê herkes şiyar bê ku em dengê xwe bilind bikin.”

‘Omer Guney maşik e’

Fevziye Erdemîrcî da zanîn ku 12 sal di ser komkujiyê re derbas bûn û wiha axivî: “Heval Sakîne Cansiz, Ronahî û Rojbîn pêşengên gelê Kurd bûn û ew hatin hedefgirtin. Di dosyayê de tune pêşketin çênebû. Çiqas parêzer serledan kirin jî her tişt hat veşartin rastî nehat gotin. Bi salan e em jî li pey rastiyan in. Piştî 10 salan xwestin ku li ser dosya bigirin. Hê jî dibêjin Omer Guney qetlîam çêkiriye. Her tişt li ser Omer Guney girêdidin. Lê em dizanin ku Omer Guney maşik e û ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye şandin û dewleta Firansayê jî alîkarî kiriye. Armanca Firansa û Tirkiyeyê çiye? Em vê tiştê qebûl nakin. Hê jî dosya tê pirsîn tê gotin dosya veşartî ye. Pêşengê Kurdan tên hedefgirtin lê dibêjin dosya girtî ye. Em jî dibêjin her tişt diyar e. Divê bersîvê bidin. Em li Parîsê tên kuştin. Parîs ne cihekî ji rêzê ye. Di nava dilê ewropayê de 3 jin hatin kuştin. 12 sal in hemû cihan dibêjin em şopdarên van qetlîaman bin.”

Fevziye Erdemîrcî bal kişand ser komkujiya duyemîn û wiha lê zêde kir: “Dema ku komkujiya duyemîn li Parîsê pêk hat gotin ‘Kujer keseke dîn e. Di girtîgehê de bû piştî derket hişê wî ne li ser wî bû.’ Hate Mala Kurdan êriş pêk anî. Lê ev bûyer ewqas ne hêsan e. Dema ku lêkolîn hat kirin derket holê ku di nava arteşê de perwerdehî dîtiye û pîlot e. Piştî ku hefteyeke girtîgehê derketiye hatiye Komeleya Ahmet Kaya gullebaran kiriye. Çawa bû ku di nava hefteyeke de ewqas fîşek dîtiye? Di girtîgehê de kî pê re têkilî daniyê û axiviye ev tevahî diyar in. Diyar e ku wî perwerde kirine û şandine Mala Kurdan. Ev tevahî bi plansaziyeke pêk hatiye. Ew kes ne kesekî dîn e. lêkolÎn hatiye kirin lê tu bersiv nedane me. Ji bo ku dem dirêj bikin dosyayê giran dimeşînin. Komkujiya duyemîn jî di vê astê de ye.”

‘Me saziyên mafên mirovan ên Ewropa li cem Kurdan nedît’

Fevziye Erdemîrcî helwesta saziyên mafên mirovan jî rexne kir û wiha got: “Saziyên Mafên Mirovan ên Ewropa ji gelê Kurd heta niha sekneke cidî me nedît. Di vê astê de xebatên wan tune ye. Ji me re bibin çareseriyeke tu gav me nedît. Tenê têkiliyên wan ji hêla dostaniyê heye. Di hêla mafê mirovan de em wê cidîtiyetê nabînin. Ez wekî Kurd ji bo çi kar dikin ez jî nizanim. Divê ji aliyê mafê mirovan de cidî tevbigerin. Em diçin li ku derî tên girtin. Lê em ê çi destê me werê em bikin. Hemû aliyan de em ê têkoşîna xwe bimeşînin. Heta dawiyê em ê şopdarên wan bin. Em nahêlin ku bêdeng bi dawiya van qetlîaman werin. Gelê Kurd ev 13 sal e hesabê dipirsê.”

Fevziye Erdemîrcî herî dawî wiha got: “Em ê îro li pêşiya saziyê kom bibin û bi kulîlkan hevalan bibîr bînin. Em ê qetlîamê şermazer bikin. piştî axaftinan yê çalakî bi dawî bibe. Di 10ê Çileyê de meşa mezin heye. Saed di 10.00an de em ê li cihê ku hevalên me şehîd xistin kom bibin. paşê em ê dê heta Qada Republicê bimeşin. Li vir jî em ê mitîng li dar bixin. mitÎng dê heta 17.30an jî berdewam bike. Dê di malbatên şehîdan jî tev li mitîngê bibin. Gelê me yên Ewropa jî tev li bibin. Dê wêneyên Sakîne Cansiz, Rojbîn, Ronahî, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil li ser alan bin û em ê bi alan bimeşin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

6 jinên şoreşger li Germencikê hatin bibîranîn

6 jinên şoreşger li Germencikê hatin bibîranîn

10 ÇILE 2026
Rêveberiya Xweser bang kir: Bi gelê Şêxmeqsûdê re bibin yek

Rêveberiya Xweser bang kir: Bi gelê Şêxmeqsûdê re bibin yek

10 ÇILE 2026
Trump derbarê êrişên Helebê de axivî

Trump derbarê êrişên Helebê de axivî

10 ÇILE 2026
Di êrişa Dêr Hafirê de yek jê zarokek 2 kes hatin qetilkirin

Di êrişa Dêr Hafirê de yek jê zarokek 2 kes hatin qetilkirin

10 ÇILE 2026
Ciwanên Êlihê li dijî êrişên ser taxên Helebê meşiyan

Ciwanên Êlihê li dijî êrişên ser taxên Helebê meşiyan

10 ÇILE 2026
Hêzên Şêxmeqsûdê îdiayên hikûmeta demkî derewandin

Hêzên Şêxmeqsûdê îdiayên hikûmeta demkî derewandin

10 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çetîn Arkaş: Daxwaza me ya ji bo azadiya Rêber Apo tu car nayê taloqkirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (317)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne