Li gorî rapora Bîanetê ya meha Mijdarê, mêran bi kêmanî li 71 jinan tundî kirin, îstîsmar bi kêmanî li 34 zarokên keç û kur kiriye. Bi kêmanî 20 jin tacîz kirine, tecawiz bi kêmanî li jinekê kirine û 32 jin kuştine.
Li gorî rapora Bîanetê ku ji malbetên çapemeniyê yên neteweyî kom kirine, di Mijdarê, mêran bi kêmanî li 71 jinan tundî kirin, îstîsmar bi kêmanî li 34 zarokên keç û kur kiriye. Bi kêmanî 20 jin tacîz kirine, tecawiz bi kêmanî li jinekê kirine û 32 jin kuştine. Her weha mêran di meha Mijdarê de 179 jin neçarî karkeriya sekse kirin.
Li gorî raporê, mêran di 11 mehên destpêkê yên salê de 359 jin kuştin. Raporên hemû mehên 2024an a tûndkariya mêran wiha ye:
2024
Mêran di Cotmehê de 49 jin, di Îlonê de 33 jin, di Tebaxê de 27 jin, di Tîrmehê de 25 jin, di Hezîranê de 34 jin, di Gulanê de 40 jin, di Nîsanê de 24 jin, di Adarê de 24 jin, di Sibatê de 37 jin, di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin. Bi giştî di 2024an de mêran 359 kuştin.