Axivêrên ku tev li panela OHDê û MED TUHAD-FEDê ya bi mijara “Mafê Hêviyê” û “Banga Civaka Demokratîk” bûn, gotin: “Mafê hêviyê mafekî siyasî, civakî û dîrokî ye. Divê birêz Ocalan demildest ji mafê hêviyê sûdê bigire. Ew bûye hevîya gelan.”
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) bi serenavê “Banga Civaka Demokratîk” û “Mafê Hêviyê” li Eywana Pirtûkxaneyê ya Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) panel li dar xistin. Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter di nav de gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî tev li panelê bûn.
Panela ku rêveberê OHDê Ahmet Guler moderatoriya wê kir, parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa, nivîskar û rojnameger Veysel Avci yê 30 salan di girtîgehê de ma, parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan û endama Baskê Mafê Mirovan a Yekitiya Bijîjkan a Tirk (TTB) Elîf Tûran weke axivêr tev li bûn. Di panelê de pankartên “Em ji bo aştiyeke birûmet berxwedana hiqûqa azadîxwaz mezin dikin” û “Bijî Têkoşîna Demokrasî û Azadiyê ya Gelan“ hatin daliqandin.
‘Mafê hêviyê meseleyeke têkildarî azadiyê ye’
Di panelê de ewilî parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa axivî. Sûzan Akîpa bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Di nava vê pêvajoyê de divê mafê hêviyê baştir were fêmkirin. Em weke hiqûqnasan girîngiyê didin vê yekê.” Sûzan Akîpa qala pêvajoya derketina mafê hêviyê kir û wiha berdewam kir: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) mayîna kesekî ya di girtîgehê de ya heta hetayê weke îşkence bi nav dike. Mafê hêviyê meseleyeke têkildarî azadiyê ye. Li hemû peymanên navnetewî de ev maf heye. Divê dewlet gavan biavêje. Dema em rejîma Îmraliyê dinêrin birêz Abdullah Ocalan zêdetirî 25 salan e di girtîgehê de ye. Pirsgirêka Kurd bandorê li beşên civakî yên li Tirkiyeyê dike. Divê birêz Ocalan demildest ji mafê hêviyê sûdê bigire, divê mirov vê yekê bi awayekî hiqûqî jî bi lêv bike. Têkoşîna ku were dayîn dê bandorê li pêkanîna vî mafî bike.”
‘Dê şertên birêz Abdullah Ocalan bandorê li gelek qadên Tirkiyeyê bike’
Sûzan Akîpa, bi lêv kir ku şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bandorê li gelek qadên Tirkiyeyê bike û wiha domand: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê cara ewil di sala 2021an de dosyaya birêz Abdullah Ocalan xist rojeva xwe. Em dibînin ku heta niha tu qanûn nehatine çêkirin û dê dîsa vê dosyayê bigire rojeva xwe. Ji sala 1993yan ve hewldana çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan heye û niha jî vê hewldana xwe didomîne. Hem banga birêz Abdullah Ocalan hem jî fesixkirina rêxistinê geşedanên girîng in. Tevî hemû neyîniyan birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê bîrdoziyek bi pêş xist û dema em li têkoşîna 50 salan dinêrin. Rêxistineke ku her tim li gorî demê xwe diguherîne û têkoşînê xurt dike dibînin. Divê têkiliyeke baweriyê were avakirin û ev dualî be. Ji bo ku birêz Abdullah Ocalan rola xwe bilîze, divê xîtabî ciwanan, jinan, çapemeniyê, saziyên sivîl, partiyên siyasî bike. Ev jî girêdayî pêkanîna mafê hêviyê ye. Divê ewilî ev maf were pêkanîn.”
‘Berdana girtiyên nexweş nekin mijara bazarê’
Dû re endama Baskê Mafê Mirovan a TTBê Elîf Tûran axivî. Elîf Tûran diyar kir ku divê berdana girtiyên nexweş nebe mijara bazarê û wiha got: “Ev mirov azadiyan wan ji destê wan hatiye wergirtin. Em jî neçar in ku bi mafên tenduristî û jiyanê yê girtiyan re eleqedar bibin. Mafê tenduristiyê parçeyekî mafê jiyanê ye. Rewşa nebaş a li girtîgehan tê wateya rewşa nebaş a civakê. Em weke şandeyên serbixwe nikarin biçin çavdêriyê bikin. Li gorî DMMEyê hemû dewletên girêdayî qanûnên wan divê li gorî qanûnên wan tevbigerin, heke tevnegerin ew vî mafî binpêdikin.” Elîf Tûran pirsgirêkên li girtîgehan rêz kirin û ev tişt gotin: “Girtî ji ber vê yekê gelek caran dikevin grevên birçûbûnê û ev jî dibe sedem ku pirsgirêkên tenduristiyê derkevin holê. Mafê girtiyan ê çûyîna nexweşxaneyan di nava de gelek mafên wan tên binpêkirin. Mûameleyeke derveyî rûmeta mirovahiyê li girtiyan tê kirin. Bi sirgûnan tedawiya gelek girtiyan di nivî de dimîne. Astengkirina mafên bingehîn û xwegihandina mafê tenduristiyê dibe sedem ku girtî nexweş bin, nexweşiyên wan bi pêş bikevin. Girtîgeh dibin sedemê pirsgirêkên tenduristiyê. Dema girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê ev dibe sedemê binpêkirina mafên wan. Tenê raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) li ber çavan tên girtin. Em dizanin ku ATK jî ne saziyeke serbixwe ye. Divê ev di çarçoveya îşkenceyê û mûameleya xerab de werin nirxandin.” Elîf Tûran bal kişand ser tecrîda li girtîgehan û anî ziman ku ku rewşa tecrîdê li ser bedena mirovan bandoreke cidî dike.
‘Birêz Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn hêvî ye’
Nivîskar û rojnameger Veysel Avci jî diyar kir ku ji bo mafên xwe bi dest bixin ketin rêya hêviyê û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan tu caran daxwazeke siyasetî nekiriye. Ji bo gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî. Ji ber vê dewletê ew mûxatap girt. Gava ku birêz Abdullah Ocalan avêt ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî hêviyeke. Di nava civakê de pirsgirêka bêbaweriyê heye. Mafê hêviyê ne tenê gaveke hiqûqî ye di heman demê de siyasî, civakî û dîrokî ye. Ev gav xelasiya me hemûyan e. Di avakirina civaka demokratîk de gava herî pêwîst e û dibe ku bibe destpêkek. Ev pêvajoyeke dîrokî ye. Pêdiviya dewletê û gelên Tirkiyeyê jî bi vê pêvajoyê heye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye. Ji bo çareseriya vê gavek hatiye avêtin. Ji bo ku birêz Abdullah Ocalan bi awayekî azad bikare bixebite divê gavek were avêtin. Dewlet neçare ku gavê biavêje. Heke bêhêvîbûna civakê dê berdewam bike. Em li benda avêtina gavan e. Divê dewlet ji bo Tirkiyeyeke demokratîk mafê hêviyê nas bike û vî mafî têxe meriyetê. Ji ber vê yekê gavavêtina ji bo mafê hêviyê di kesayeta birêz Abdullah Ocalan de ji bo hemû kurdan hêviye.”
‘Em dixwazin ev pêvajoya azadî û demokrasiye mayînde bibe’
Dû re parlamentere DEM Partiyê Omer Ocalan axivî. Omer Ocalan diyar kir ku divê ev pêvajo ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn gelek girîng e û wiha got: “Rêber Ocalan bi hevalên xwe re hinek birar girtin ev pêvajo berdewam dike. Em dixwazin ev pêvajo azadî û demokrasiyeke mayînde bîne erdnîgariyê me. Demokrasî rêveberiya gel e. Komara Tirkiyeyê yek perest e. Li hemberî vê em dibêjin pir rengî. Gelek netew, ol, bawer, raman û felsefe hene. Divê em qiymet bidinê. Gavên birêz Ocalan diavêje gavên stratejîk in. Ji ber vê yekê birêz Ocalan netew-dewletê mehkûm dike. Zilamtî dixwaze jinan tasfiye bike. Di hevdîtinan de jî Rêber Ocalan van mijaran dinirxîne. Birêz Ocalan gelek gavavêtin lê çareserî pêşneket. Ji ber wê fikarên me hene. Lê gotina xapandinê ne rast e. Em bi partiya xwe, Rêberê xwe, cangoriyên xwe bi fikr û ramanên xwe bawer in. Lê fikar di cih de ne. Em ê van fikaran çawa ji holê rakin? Em ê çawa destê Rêber Abdullah Ocalan xurt bikin? Di pêşengtiya Rêber Ocalan de ev pêvajo dimeşe. Niha Bahçelî destê xwe dirêj kir. Gava destê aştiyê hate dirêjkirin birêz Abdullah Ocalan ji hewayî nahêle. Kurd ne evîndarê şer û çekan e. Li ser wan siyaseteke qirêj hatiye meşandin. Di encama polîtîkayên Tirkiyeyê de ev rêxistin derketiye holê. Ji ber wê ji bo tiştê herî baş em ê bixebitin û ked bidin. Kûrbûn û lêhûrbûn divê di hişmendiya me de hebe. Divê hesasiyeta dewletê hebe, hesasiyeta gelê me jî heye. Armanca me ew e ku em aştiyeke mayînde ava bikin. Tirkiye ji vî şerî betilî, em jî betilîn. Di nava civakê de rizîbûnek heye.”
‘Divê em hemû xwe biguherînin’
Omer Ocalan diyar kir ku pergala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze bi pêş bixe gelek berfireh e û wiha domand: “Şande diçe carna em weke malbat diçin. Dewlet gavan giran diavêje, zehmet dike. Divê em tiştan bikin. Dibe ku dewlet giran tevbigere. Lê Amed, Kurdistan dê çi bike? Rêber Ocalan got divê PKK xwe biguherîne lê divê em hemû xwe biguherînin. Civakeke azad û demokratîk pêş neketiye. Helbet heta astekê hatiye lê têra me nake. 47 sal in hemû cureyên şer hatin meşandin lê biserneketin. Formeke nû lazim e ev jî netewa demokratîk û komun e. Amûrên ku birêz Abdullah Ocalan behs dike ne. Niha deriyê siyasetê ji me re vebûye em dikarin li her derê Tirkiyeyê siyasetê bikin. Divê em pergaleke demokratîk ava bikin. Rêber Ocalan bi moral e, bi coş e, bi kelecan e. Hevalên wî li kêlekê ne. Ev mesele bandorê li her çar aliyê Kurdistanê dike. Hemû tişt bi hev ve girêdayî ne. Êdî kurd modeleke nû derdixin pêş li cîhanê tên nasîn. Ev bingeh qehremanên bênav ji me re ava kiriye. Ji niha şunde em ê li ser mîrateya wan ava bikin. Em ê heta dawiyê şehîdên xwe bi bîr bînin.”
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.