Şirnex – Hunermenda kurd Nûdem Dûrak ku girtiya nexweş e nayê berdan. Xwîşka Nudem Dûrak Aynur Ozer diyar kir ku nexweşiyên xwîşka wê girantir dibe û got: “Di şertê girtîgehê de baş nayê dermankirin. Ji ber wê em dixwazin Nudemê berdin. Em naxwazin Nudem dengê xwe winda bike.”
Hundermenda kurd Nudem Dûrak (35) di sala 2015an de li Şirnexê hat girtin. Dadgehê ji ber stranên kurdî 19 sal cezayê girtîgehê li wê bir. Nudem Dûrak piştî hat girtin ew şandin girtîgehên Amed, Mêrdîn, Bayburtê. Herî dawî jî ew sirgûnî girtîgeha Erzînganê ya Girtî kirin. Nudem Dûrak 10 sal in girtî ye. Piştî hat girtin bi nexweşiyên Graves (guatira bi jehrî) û nexweşiya hestî ket. Ji bo Nudem Dûrak bê berdan hem li Kurdistanê û hem jî derveyî welat ji aliyê hunermendan vê gelek kampanya hatin destpêkirin.
Nudem Dûrak li bajaroka Dêrgûlê ya Şirnexê ji dayik bûye. Dema zarok bû stranbêjiyê ji bavê xwe yê dengbêj Silêmanê Sofî (Suleyman Durak) fêrî stranbêjiyê dibe. Ji ber stranên kurdî strî gelek caran rastî zextên dewletê hatiye. Nudem Dûrak ji ber stranên kurdî di sala 2012an de hat girtin û piştî demekê girtî ma hat berdan. Ji ber hezkirin û eşka stranbêjiyê, piştî tê berdan jî dîsa dev jî strandina stranên kurdî bernade. Beriya bê girtin jî li Navenda Çandê ya Mem û Zînê ya di bin baneyê Şeredariya Cizîrê de xebat dimeşand dersên defê dida şagirtan. Nûdem Dûrak dema li wir dersên kurdî dida şagirtan hat girtin. Piştî hat girtin bi gelek nexweşiyan ket. 10 sal in tevî nexweşiyan jî nayê berdan. Xwîşka Nudem Dûrak Aynur Ozer anî ziman ku nexweşiya Nudem Dûrak roj bi roj girantir dibe û xwest bê berdan ku li derve tedawiya wê bê kirin.
‘Em nikarin biçin hevdîtinê’
Aynur Ozer anî ziman ku ji ber dûrbûna girtîgehê ew di çûn û hatina girtîgehê de zahmetiyan dijîn û got: “Heta em diçin û tên nexweş dikevin. Rê pir xirabin. Çûyin û hatin pir zahmet e. Niha zivistane her der berfe. Berê li girtîgeha Baybûrtê bû. Lê çend mehin birine Erzînganê. Lê ew der jî dûr e. Em nikarin heman rojê biçin û bên. Ji ber wê ew çend mehin ez neçûme hevdîtinê. Em dixwazin wê bînin girtîgeheke nezîktir. Ji ber ku dûr e bi mehan em nikarin biçin hevdîtinê. Dema em diçin wir jî em rastî lêgerîneke zêde tên.”
‘Ji bo tedawiya wê be kirin divê bê berdan’
Di berdewama axaftina xwe de Aynur Ozer balkişand ser nexweşiyên Nudem Dûrak û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nudem pir nexweşe. Nikare di van şert û mercan de di girtîgehê de bimîne. Tedawiya wê jî baş nayê kirin. Ji bo tedawiya wê bê kirin divê bê berdan li derve tedawî bibe. Di şert û mercên girtîgehê de baş nayê tedawîkirin. Ji ber wê em dixwazin Nudemê berdin ku em li derve tedawî bikin. Em naxwazin Nudem dengê xwe winda bike. Herî dawî 2 hefte berê em li ser telefonê axivîn ji me re got, ez pir nexweşim. Bi şev min muayane dikin lê ez nizanim ji ber çi ye. Gote ku ew tedawiyeke baş nabîne. Em dixwazin bê berdan.”
Li Nûdemê xwedî derkevin
Aynur Ozer destnîşan kir ku Nudem Dûrak ji ber stranên kurdî hatiyê girtin û ev bang kir: “Em bang li stranbêjên kurd û tirk dikin ku xwedî li Nudemê derbikevin. Nudem ji ber stran gotin hat girtin. Ji bo Nudem bê berdan û stranên xwe bêje piştgiriya wê bikin. Em hesrata dengê wê ne. Ji bo Nudem dengê xwe winda neke û dîsa ji me re stranan bêje divê hemû hunermend xwedî li Nudemê derbikevin. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan û zextên li ser girtiyan bi dawî bibe.”