• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    PAJKê 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û banga xwebirêxistinê kir

    PAJKê 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û banga xwebirêxistinê kir

    Gelê Îranê di nav tirs û fikaran de ye

    Gelê Îranê di nav tirs û fikaran de ye

    Baregeheke Heşdî Şabî hate bombebarankirin

    Baregeheke Heşdî Şabî hate bombebarankirin

    Tedawiya Rewşan Doner berdewam dike

    Tedawiya Rewşan Doner berdewam dike

    Rejîma Îranê cardin êrişî partiyên Kurdan kir

    Rejîma Îranê cardin êrişî partiyên Kurdan kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    PAJKê 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û banga xwebirêxistinê kir

    PAJKê 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û banga xwebirêxistinê kir

    Gelê Îranê di nav tirs û fikaran de ye

    Gelê Îranê di nav tirs û fikaran de ye

    Baregeheke Heşdî Şabî hate bombebarankirin

    Baregeheke Heşdî Şabî hate bombebarankirin

    Tedawiya Rewşan Doner berdewam dike

    Tedawiya Rewşan Doner berdewam dike

    Rejîma Îranê cardin êrişî partiyên Kurdan kir

    Rejîma Îranê cardin êrişî partiyên Kurdan kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bîlançoya 6 rojan a şerê Îsraîl, DYA û Îranê: 5 hezar êriş, hezar û 247 mirî, bi hazaran birîndar

Navenda Nûçeyan / AW

6 ADAR 2026 - 13:04
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Bîlançoya şerê DYA, Îsraîl û Îranê yê 6 rojan tabloyek giran radixe ber çavan. Di 6 rojan de DYAyê zêdeyî 2 hezar, Îsraîlê zêdeyî hezar û 100 êriş pêk anîn û di encamê de ji aliyê Îranê hezar 230 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran birîndar bûn. Îranê jî bi moşekên balistîk û dronên xwekuji nêzî 2 hezar 500 êriş pêk anîn û di encamê de 11 leşkerên Îsrailê mirin. 6 leşkerên DYAyê jî di encama êrişek bi xeletî ya Kûwêtê de mirin. Êrişan encamek giran a madî li dû xwe hiştin.

Şerê Îsraîl, DYA û Îranê di rojan 7an de berdewam dike. Êrişên dualî didomin. Li gorî daneyên aliyan, saziyên navneteweyî û çapemeniyê êrişên Îranê di aste jor de kêmbûne û berovajî wê êrişên Îsraîl û DYAyê jî hindî diçe zêde dibin. Îran raste rast Îsarîlê û dewletên baregehên DYAyê lê heyîn hedef digire. Bilançoya 6 rojan a şer asta windahiyên mirovî û xisarên madî radixe ber çavan. Daxuyaniyên dualî bi gefan û zêdekirin asta şer nîşan dide.

DYA: Me zêdeyî 2 hezar êriş pêk anîn

Şerê DYAyê ji hêla organîzasyona leşkerî ya Rojhilata Navîn a bi kurteya CENTCOMê ve tê meşandin. Navend her roj daneyên şer diweşîne û derbarê qeşedanan de agahî dide. Li gorî daneyên CENTCOMê di şeş rojan de di hundirê Îranê de 2 hezar noqte hedef girtine û tevahiya wan îsabet kiriye. Her wiha li gorî îstatîstîkên CENTCOMê di encama van lêdanan de heta niha hezar 230 endamên rejîma Îranê kuştine. Li hemserî vê yekê di encama êrişên Îranê de 6 leşkerên Amerîkî hatine kuştin.

‘Di lêdanan de 30 keştî hatin noqavkirin’

Heman dane ji hêla Wezareta Şer a DYAyê Pentagonê ve jî hatin ragihandin. Pentagonê diyar kir ku di roja yeemîn de hezar 250 noqte hedef girtine û di rojên din de jî ev lêdan derketine zêdeyî 2 hezaran. Pentagon radigihîne ku di lêdanan de heta niha 30 keştiyên şer ên Îranê hatine noqavkirin. Hate diyarkirin ku di nav wan de keştiyek barkirina dronan jî hebûye.

Îsraîl: Me zêdeyî heza û 100 êrişan pêk anîn

Ligel êrişên Îsraîlê Wezareta Parastinê ya Îsraîlê û Hêzên Esmanî yên Îsraîlê (IDF) jî derbarê şer de agahî û îstatîstîk belav kirin. Di daxuyaniya IDFê ya derbarê encamên şerê 6 rojan de hate diyarkirin ku şevê din pêla 13emîn a êrişan dane destpêkirin. Her wiha hate ragihandin ku ji roja destpêkê heta niha zêdeyî hezar 100 êrişên hewayî li djî hedefên Îranê pêk anîne.

Lêdan li 7 eyaletan û 8 bajaran giran bû: 220 caran li Tehranê dan

Li gorî daneyan lêdan li heft eyaletan pêk hatin. Eyaletên êrişên lê pêk hatîn wiha ne; Eyaleta Kirmanşanê, Eyaleta Kurdistanê, Eyaleta Azerbêcana Rojava, Eyaleta Îlamê, Eyaleta Îsfahanê û Eyaleta Hozistanê. Li gorî daneyan êriş li ser eyaletên dikevin rojavayê Îranê çêbûne. Li rojhilat û başûrê Îranê lêdan pêk nehatine. Ligel van eyaletan ku gelek bajar û navçeyan digirin navxwe, lêdan li hind bajaran girantir bûn. Bajarên Tehran, Sine, Merîwan, Banê, Kirmanşan, Tebrîz û Îsfahanê cihên herî zêde rastî bombardimanê hatine. Tehran bi 220 lêdanan bajarê herî zêde bi lêdanê re rû bi rû mayî ye.

Baregehên moşekên balîstîk, leşkerî û îstîxbarî bûn hedefa yekemîn

Di şerê 6 rojan de Îsraîl û DYAyê di asta yekemîn de êrişî baregehên moşekên balîstîk kir. Her wiha piştre baregehên dronan û baregehên leşkerî hedef hatin girtin. Her wiha tesîsên nûkleerê jî bi taybetî wekî hedef hatin hilbijartin. Li gorî vê di 6 rojên borî de bi taybetî depoyên moşekên balîstîk, rampeyên moşekan, navendên çêkirina moşekan, radar û pergalên parastina esmanî, baregehên IRGCê (Pasdarên Şoreşê), navendên istixbaratê, navendên şerê sîber, navendên polîs û ewlehiya navxweyî, baregehên deryayî û lîmanên leşkerî yên li 7 eyalet û 8 bajaran bi tundî hedef hatin girtin. Her wiha binkeyên ku ji hêla rejîmê ve bi armanên leşkerî, îstîxbarî û hilberîna teknîkê tên bikaranîn jî di nav armancan de bûn.

13 navendên tenduristiyê û stadyûmek bû hedef

Ligel hedefên leşkerî di 6 rojan de 13 navendên tenduristiyê û her wiha Stadyûma Azadî ya li Tehranê jî di encama êrişan de xisarek mezin dîtin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî piştrast kir ku 13 navendên tenduristiyê di şerê 6 rojan de hedef hatine girtin.

Rêjeya mirîn û birîndaran zêde dibe

Li gorî daneyên WHOyê, sazî û dezgehên navneteweyî di şerê 6 rojan de bîlançoyek mezin a mirî û birîndaran derket holê. Di encama lêdanên Îsraîl û DYAyê de heta niha qasî hatiye tespîtkirin hezar û 230 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî çavkaniyên Îranê beşek ji van sivîl in lê Îsraîl û DYA vê yekê red dikin. Ligel daneyên zelal tunin jî tê daxuyandin ku nêzî 2 hezar birîndar çêbûne. Hete niha Îsraîlê 11 miriyên xwe aşkera kirin. DYAyê jî daxuyand ku di şerê 6 rojan de 6 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane. DYAyê ragihand ku ev 6 leşker li Kûwêtê di encama êrişek bi nezanî ve ji hêla hêzek dost ve pêk hatî de jiyana xwe ji dest dane.

Li Libnanê 102 mirî û bi sedan birîndar

Lingek din ê şer jî li Libnanê dimeşe. Îsraîl di heman demê de êrişî baregehên Hizbûllahê yên Libnanê jî dike. Li gorî daneyên 6 rojan di encama êrişên Îsraîlê de 102 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha bi dehan birîndar jî çêbûne.

Bersiva Îranê: 10 dewlet bûn hedef

Li dijî êrişên Îsraîl û DYAyê Îranê jî bi moşekên balistîk û dronên xwekuji bersiv da. Bersivdayîna Îranê bi du şêwazan pêş ket. Hem rasterast êrişî bajarên Îsraîlê kir û hem jî bi moşekên balistîk û dronên xwekuji êrişî hedefên DYAyê yên Îsraîl, Yekîtiya Îmaretên Ereb (YÎE), Qeter, Behreyn, Kuveyt, Erebistana Siûdî, Urdun, Azerbêcan, Kûwêt û Iraqê kir.

Îranê 2 hezar 500 moşek û drone avêtin

Li gorî daneyên Îranê û aliyên rikeber Îranê di 6 rojan de 545 moşekên balistîk û heza 500 dronên xwekuj avêtin dewletên li Rojhilata Navîn ên bargehên DYAyê lê heyîn. Îranê 165 moşek û 600 drone di roja ewil de û yên mayîn jî di 5 rojên dawiyê de avêtine. Îranê li Yekîtiya Îmaretên Ereb, Balefirgeha Navneteweyî ya Dûbaîyê, lîman û depo, Navenda Datayê ya Amazonê, Otela Faîrmont ê, li Qeterê Termînala LNG a Ras Laffan û Qada Pîşesaziyê ya Mesaîeed, li Erebistana Siûdî Rafîneriya Neftê ya Ras Tanûra, li Behreynê Rafînerî û Baregeha Deryayî, li Kûwêtê, Baregeha DYAyê û her wiha li Iraqê jî balyozxaneyên Amerîkayê hedef girtin. Derbarê mirî û birîndarên wekî encama van êrişan derketîn holê neyê zanîn.

Kurdistan bû hedefek sereke ya rejîma Îranê

Deverek din a bûyî hedefa êrişên rejîma Îranê û komên girêdayî wê Herêma Federal a Kurdistanê ye. Ji roja destpêka heta niha bi dehan êriş li dijî Kurdistana Federal pêk hatin. Li dijî Balefirgeha Navneteweyî ya Herîr a Hewlêrê bi moşekan û dronan êriş pêk hatin û ziyana madî derket holê. Her wiha li dijî qampên partiyên Kurd ên li başûrê Kurdistanê jî gelek êrişên bi heman awayî pêk hatin. Di encama êrişan de pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest da, gelek pêşmerge û welatî jî birîndar. Her wiha beşek welatiyên Kurd ên bûne hedefa êrişan jî bi neçarî cihên xwe terikandin.

Asta êrişên Îranê kêm yên Îsraîl û DYAyê zêde bûn

Li gorî îstatîstîkan di şerê 6 rojan de pirsgirêkên cebilxaneyê jî xuya dikin. Bi taybetî di rêjeya êrişên Îranê de daketinek ber bi çav xuya dike. Îsraîl û DYA vê yekê bi encama êrişên xwe ve girê didin. IDF û CENTCOMê daxuyandin ku pergala parastina esmanî ya Îranê ji sedî 80ê tune kirine. Her wiha ji sedî 60ê rampeyên moşekên balistîk jî ji holê rakine. Her du dewlet destnîşan dikin ku ji ber vê yekê kapasîteya êrişê ya Îranê gelek qels kirine. Îran jî vê yekê red dike û dibêje ku wekî stratejiyek dimeşe û hêj çekên wan ên cuda jî hene. Lê ligel kêmbûna êrişên Îranê, êrişên DYA û Îsraîlê zêdetir dibin. Artêşa Îsraîlê daxuyand ku nêzî 6 hezar moşekên balîstîk ên Îranê hebûne û heta niha nêzî hezar hebî bikar anîne û wiha got: “Lê êdî nikare yên din bikarbîne ji ber ku piraniya rampeyên moşekan hatin tunekirin.”

DYA û Îsraîl: Qada hewayî di kontrola me de ye

Wezîrê Şer ê DYAyê Pete Hegseth jî da birînfîna derbarê şer a roja 5an de daxuyand ku hêzên parastina hewayî yên Îranê di sala 1996an de hatiye avakirin û di sala 2026an de ji holê hatiye rakirin. Hegseth daxuyand ku wan bi Îsraîlê re kontrola qada hewayî ya Îranê girtine bin destê xwe û dê ji niha pêve bi rihetir çekên bi aqil bikar bînin.

Bi sedan bîna hilweşiyan

Aliyek şer jî xisara madî û aborî ya derdikeve holê ye. Ji ber şer Tengava Hurmizê hate girtin û li gorî pisporên aboriyê ev yek her rojê bi milyaran dolar zirarê dide aboriya cîhanê. Her wiha li Îran, Îsraîl û dewletên bûne hedef êrişan bi sedan avahî bi tevahî hilweşiyan û bi hezaran jî xisara madî dît.

 

Etîket: droneDYA û ÎsraîlêrîşÎranKurdistanmoşekên balistîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Trump dixwaze Îran ‘bêşert teslîm’ bibe

Trump dixwaze Îran ‘bêşert teslîm’ bibe

6 ADAR 2026
Gelê Îranê di nav tirs û fikaran de ye

Gelê Îranê di nav tirs û fikaran de ye

6 ADAR 2026
Rejîma Îranê cardin êrişî partiyên Kurdan kir

Rejîma Îranê cardin êrişî partiyên Kurdan kir

6 ADAR 2026
Rejîma Îranê li Merîwanê malên gel vala dike

Rejîma Îranê li Merîwanê malên gel vala dike

6 ADAR 2026
Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

6 ADAR 2026
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê: Em ê agirê li ser Îranê zêde bikin

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê: Em ê agirê li ser Îranê zêde bikin

6 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bazirgan û welatiyên Geverê ji girtina deriyê sînor nerazî ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zubeyîr Aydar: Divê Tirkiye demildest zagonanên pêwîst derbixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê em jin her tim li cem hev bin û piştgiriyê bidin hev’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan bang kirin: Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sembola rojiyê xurme bi Remezanê re li ser hemû dezgeh û sifreyan cih digire

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (236)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne