Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê binçavkirina çalakvanan bû sedema nerazîbûnan. Çalakvanan bang li rejîma Îranê kirin ku demildest kesên hatine binçavkirin berde û gotin; “Binçavkirin beşek ji siyaseta sînordarkirina civak û bêdengkirina dengên nerazî ye.”
Li Îranê zext û gefên dijî çalakvanên civaka sivîl bênavber dewam dikin. Bi taybet di rojên dawî de gelek çalakvan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin. Roja 12ê Kanûnê li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî jî di nav de, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin. Herwiha hêzên Îtlaeta Îranê 4 welatiyên Kurd li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bêyî fermana dadwer binçav kirin û akûbeta wan nayê zanîn.
Li dijî binçavkirin û zextên rejîmê, 20 çalakvanên mafên mirovan yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê demildest kesên hatine binçavkirin werin berdan û hate gotin; “Binçavkirina çalakvanan û bikaranîna tundiyê beşeke ji siyaseta sinordarkirina civaka sivîl û bêdengkirina wan dengên ku daxwaza maf, rûmeta mirovan û aştiyê dikin e.”






