Welatiyên li Cizîrê di meşa li dijî êrişên ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê duh gel li dijî êrîşên ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê Benî Zêdê meş li dar xist. Polîsên vê rewşê ranegirtin doh bi şev êrişî girseyê kirin û 3 welatî binçav kirin.
Welatiyên ku li Miduriyeta Polîsan a Cizîrê dihatin ragirtin şev piştî karûbarên îfadeyê, hatin berdan.













