Hevserokê DEM Partiya Navçeya Navendî yê Sêrtê Şernas Çelepkolu, rêveberê DBPê Muhmammed Polat û xebatkarê şeredariyê Ferhat Toprak û Veysel Urenç, Mehmet Nezir Kaplan, Yusuf Mercan ên di protestoya qeyûm de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Wezareta Karên Navxweyî yê Tirk di 29ê mehê de qeyûm tayinî Şeredariya Sêrtê DEM Partiyê kir. Roja qeyûm hat tayînkirin Hevserokê DEM Partiya Navçeya Navendî yê Sêrtê Sernas Çelepkolu, rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Muhammed Polat, xebatkarê şeredariyê Ferhat Toprak û Veysel Urenç, Mehmet Nezir Kaplan, Yusuf Mercan di çalakiya protestokirina qeyûm de hatibûn binçavkirin. Binçavkiriyan vê sibehê sewqî Edliyeya Sêrtê kirin. Piştî binçavkiriyan îfade da ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan.