Amed – Cigîrê Hevserokên Giştî yê DBPê Huseyîn Bîrlîk têkîldarî komploya ku 27 sal berê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû da zanîn ku hêzên hegemon bi dîlgirtina Abdullah Ocalan, xwestin têkiliya gel û rêberê wan qut bikin û got: “Bi vê komployê xwestin pêşeroja gelan tarî bikin. Lê birêz Ocalan di nav tecrîdek gelekî giran de, berxwedaneke bêhempa da meşandin û bi bangawaziyeke dewlemend mizginî da gelê Kurd û tevahî gelên cîhanê.”
Hêzên hegemon ji bo astengiyên li pêşiya xwe rakin li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan plansaziya komployekê çêkirin. Ji ber komploya navdewletî ku rola gelek dewletan di nav de hebû Abdullah Ocalan di 9ê Cotmeha 1998an de ji Sûriyeyê hat derxistin û berê wî dan Ewropayê. Piştî 130 rojan di 15ê Sibata 1999an de ji aliyê hêzên navdewletî ve di encama komployekê de li Kenyayê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Girtina Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û dostên Kurdan weke “Roja reş” tê binavkirin û li Kurdistan û gelek deverên cîhanê gelê Kurd û dostên Kurdan daketin qadan û dest bi xwepêşendanan kirin. Ji 15ê Sibata 1999an ve hêrs û nerazîbûna Kurdan a li dijî komploya navdewletî berdewam dike.
Abdullah Ocalan tevî ku 27 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nav tecrîd û îzolasyoneke dijwar de tê ragirtin jî bi berxwedan û têkoşîna xwe ya ji bo mayîndekirina aştî, azadî û demokrasiyê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê deng vedaye, komploya li dijî xwe pûç kir. Salek e Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daye destpêkirin û tevî hemû astengî û tengasiyan jî ji bo parastina nirxên mirovahiyê û aştiya civakî bi israr têkoşîna xwe didomîne.
Nêzîkî salvegera komploya navdewletî ya li dijî Ocalan, dîsa bi komployeke navdewletî êrişên qirkirinê li dijî Rojavayê Kurdistanê ku bi paradîgmaya Ocalan pergala wê hatiye hûnandin, hatin destpêkirin. Lê bi mudaxileya Abdullah Ocalan ev komploya navdewletî jî hate pûçkirin.
Cigîrê Hevserokên Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Huseyîn Bîrlîk têkildarî rasthatina salvegera komploya 15 Sibatê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Hêzên hegemon bi Sykes-Picotê Kurdistan kirin çar parçe’
Huseyîn Bîrlîk da zanîn ku dema mirov komployê dinirxîne, nikare bi tena serê xwe wê rojê wek komployekî binirxîne û got: “Gere mirov bi her awayî vê komployê bigire dest û li dawiya wê jî binêre. Di kîjan şert û mercan de ew roja tarî li ser gelê Kurd hat ferzkirin? Hêzên navneteweyî, çima komployek li ser pêşengê serhildana 29emîn a gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pêk anî, divê ev yek baş were xwendin. Ji xwe di vê sedsala dawî de, pergala ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn vir ve hatiye avakirin, di vê pêvajoyê de hatibû rûxandin. Pergala ku dixwestin di Rojhilata Navîn de ava bikin, wek Sykes-Picot, Kurdistan kirin çar parçe. Di esasê de dixwestin gelê Kurd li Rojhilata Navîn bikin wekî gelekî bingeha aloziyan û tune bikin. Ew hêzên hegemon dîsa dixwestin bi destê dewletên Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd bixin bin kontrola xwe û bi kar bînin ku polîtîkayên xwe yên hegemon bimeşînin.”
‘Hêzên navneteweyî nexwestin mesele çareser bibe’
Huseyîn Bîrlîk destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd dema ku tevgera azadiyê ava kiriye bi şert û mercên wê demê berfirehî li ser fikiriye lê hêzên hegemon nexwestine ev mesele bê çareserkirin û got: “Di wê demê de li cîhanê pêşketinên çep hebûn, serhildanên çep li tevahiya cîhanê hinekî pêş ketibûn. Pênasekirina avakirina partiyê jî li ser van esasan hat avakirin. Rêberê Gelê Kurd jî xwest pirsgirêka gelê Kurd di Rojhilata Navîn de bi vê serhildanê û bi vê têkoşînê berteref bike. Lê hêzên navneteweyî ne xwestin ev mesele çareser bibe da ku bikaribe polîtîkayên xwe li Rojhilata Navîn bimeşîne. Ji ber wê ye yekê wê rojê heya îro dijminatiyek li dijî têkoşîna gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd tê kirin. Kîjan hêz li dijî Kurdan komkujiyek, sirgunekê û talanekê daye destpêkirin, dîsa ew hêzên navneteweyî bi vê komployê piştgiriyek xurt daye wan dewletên heremî û hêzan. Dewletên Ewropî jî li dijî qirkirina gelê Kurd bêdeng mane û ev yek jî dibe sedema rizîbûnekê.”
‘Xwestin bi komployê gel û rêberê wan ji hev qut bikin’
Huseyîn Bîrlîk anî ziman ku armanca komploya 15ê Sibatê ew bû ku navbera Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd were qtukirin lê banga 27ê Sibatê ji bo gelan bûye hêviyek xurt û ev yek anî ziman: “Hêzên hegemon bi dîlgirtina birêz Ocalan, xwestin têkiliya gelan û Rêbertiyê qut bikin û pêşeroja gelan tarî bikin. Lê birêz Ocalan di nav tecrîdek giran de, kedek û têkoşînek bêhempa da meşandin û bernameyek dewlemend mizgîniyê hem da gelê Kurd û hem jî da tevahiya gelên cîhanê. Bi paradîgmaya aştî û civaka demokratîk, bernameyekî wisa saz kir ku, îro pêşengtiyê ji civakên cîhanê re dike. Manifestoya ku 27ê Sibatê ya derketiye holê bi rastî ji bo gelê Kurd û gelên din yên li Kurdistanê dijîn bûye hêviyekî pirr xurt. Gerek ew partiyên ku li Tirkiyeyê siyasetê dikin vê rastiyê baş bibînin. Ya ku bikaribe vê meselê çareser bike birêz Ocalan e. Ji ber wê yekê jî şert û mercên wî yê azadkirinê hewceye pêk were da ku ev pêvajo bigihîje armanca xwe. Gelê Kurd her daîm bi her awayî li qadan, li mitîngan bi yek gotin û diruşmeyê dibêje ku jiyanekî bêyî birêz Ocalan em qebûl nakin. Lewra yê ku ev nirx daye avakirin, pêşengiya vê têkoşîna pîroz kiriye, yê ku bikaribe vê meselê çareser jî bike, muxatabê yekemîn dîsa ew e.”
‘Em bi yekîtiya xwe dikarin komployê ji holê rakin’
Huseyîn Bîrlîk di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser paradigmaya Rêberê Gelê Kurd ya ku gelek hesabên hêzên hegemon pûç kiriye û da zanîn ku têkbirina komploya 15ê Sibatê encax bi xwedîderketina banga 27ê Sibatê mimkun e û got: “Hêzên hegemon bi zilmê siyasetê li cîhanê dimeşîne. Paradîgmaya ku birêz Ocalan daniye pêşiya me jî hesabên van hêzên hegemonîk pûç dike û vala derdixîne. Ji ber vê yekê jî li ser kesayeta birêz Ocalan bi destê van hêzên hegemon êriş tên kirin. Pûçkirina komploya 15ê Sibatê bi xwedîderketina bangawaziya birêz Ocalan a 27ê Sibatê ye. Heger em bikaribin vê bangawaziyê bi awayekî di nav jiyanê de saz bikin dê ev komplo bi temamî têk biçe. Paradîgmaya ku Abdullah Ocalan pêş xistiye îro di nav cîhanê de belav bûye. Kesên ku em dibêjin navdar, kesên pêşketî, siyasetmedarên ku li cîhanê navdar in, nivîskarên ku xelata nobelê wergirtine, îro xwedî li vê paradîgmayê derdikevin. Ev yek cihê şanaziyê û kêfxweşiyê ye. Gere em hem di hêla dîplomasiyê de hem jî di hêla siyasetê de em bikaribin vê komployê yek carî ji holê rakin. Em hemû gel hêza xwe bikin yek û vê roja ku xwestin paşeroja gelê Kurd tarî bikin, ronî bikin. Bi çirayên xwe em ê tarîtiya 15ê Sibatê li her deverî ronî bikin û vê roja reş lanet bikin. Encax em wisa bikaribin yekîtiya xwe xurt bikin. Heger pêşengê gelê Kurd azad nebe û mafê gelê Kurd neyê naskirin, wê yekîtî çawa pêk were? Wê aştî çawa pêş bikeve? Gere em li ser van bingehan siyaseta xwe û sekna xwe ya di jiyanê de bi hevkariyê yekîtiya xwe xurt bikin da ku em bikaribin vê komployê ji holê rakin.”












