Di danişîna doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de biryar hate dayin ku tevdîra kontrola edlî ya derketina derveyî welat bidome.
Danişîna doza rojnameger Nûrcan Yalçin ku bi îdiayên “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” û “muxalefeta li dijî qanûna têkildarî ji bo pêşîlêgirtina fînansoriya rêxistinê” tê darizandin, li 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de parêzerê Nûrcan Yalçinê amade bû lê Nûrcan Yalçin tev li danişînê nebû.
Di danişînê de dozger xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Parêzer Resûl Tamûr jî xwest ku li şahid rojnameger Kîbriye Evren were guhdarîkirin û ji bo komkirina agahiyên wê dem xwst. Tamur, xwest ku xwe li benda dosyaya Nûrcan Yalçinê ya li îstînafê didome bigirin û biryara kontrola edlî ya der heqê miwekîla wê de bê betalkirin.
Dadgehê biryar da ku kontrola edlî ya derketina derveyî welat bidome. Aqûbeta lêpirsîna ku der heqê Nûrcan Yalçinê de didome ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê were pirsîn, xwe li benda pêşkêşkirina agahiyên der heqê şahid Kîbriye Evrenê de bigirin. Danişîna dozê taloqî 3yê Adara 2026an hate kirin.